Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di 15’ê Cotmehê de li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya Şirnexê bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” dest bi çalakiya nobetê kirin. Ji bajarên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê dayik hatin li Sîlopiyayê kom bûn û dest bi nobedê kirin. Çalakiya dayikan di roja duyemîn de didome.
Dayikên Aştiyê ji bajarokê Tilqebînê ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê ye bang li PDK’ê û Mesût Barzanî kirin û xwestin ku PDK hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bi dawî bike û rê li ber rijandina xwîna zarokên kurdan bê girtin.
Dayikên Aştiyê tevî hemû astengiyên leşkeran jî bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.
Dayikên Aştiyê di 15’ê Cotmehê de li bajarokê Tilqebîna Silopiya çalakiya nobeta “Ji şer re na, a niha aştî” dan destpêkirin. Çalakiya dayikan di roja duyemîn de didome.