12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê dê ji bo Helebê biçin Enqereyê

Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên ser taxên kurdan ên Helebê dan, dê li dijî êrişan biçin Enqereyê. 

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, têkildarî êrişên ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê, li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Li ser navê dayikan Mûrvet Demîrê daxuyanî da. Mûrvet Demîrê got ku ji bo bidawîbûna şer û pêkhatina aştiyê dê sibê ber bi Enqereyê ve bi rê kevin û got: “Gelek kes di êrişan de hatin qetilkirin û birîndarkirin. Em xwedî li berxwedana li Helebê derdikevin.” Her wiha bertek nîşanî Tirkiyeyê da û got: “Çima piştgiriyê didin DAIŞê? Dev ji vê piştgiriyê berdin.”

Mûrvet Demîrê xwest ji bo pêşîlêgirtina şer rayedar tavilê bikevin nava hewldanan û sibe dê saet di 14.00an de li Parka Koşuyoluyê kom bibin û ber bi Enqereyê ve bi rê kevin.

Êlih

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyanî da. Li ser navê dayikan Elîf Tugluk Tumur axivî û xwest êriş bi dawî bibin. Elîf Tugluk Tumurê got. “Hem aştî hem jî şer li Enqereyê ye. Lewma em ê biçin Enqereyê.”

Mersîn

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê li ber ofîsa navçeya Mersînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî)  a Deryaya Spî daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê biçin Enqerê û li ber Wezareta Dadê xwepêşandanekê li dar bixin. Dayika Aştiyê ya li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê Emîne Eren axivî û diyar kir ku di hefteya borî de li taxên Helebê yên ku kurd lê dijîn jin û zarok hatine qirkirin. Emîne Eren kesên ku van qirkirinan kirine û yên ku piştgirî dane wan şermezar kir û got, “Careke din, em bang li cîhanê û mirovahiyê dikin; her kesê ku dibêje ‘Ez mirov im, wijdanê min heye û ez mafên mirovan diparêzim’ divê destê xwe ji bo aştiyê dirêj bike.”

Emîne Eren, diyar kir ku ew ê sibê ji bo protestokirina van êrîşan biçin Enqerê û got, “Wekî Dayikên Aştiyê, em ê li ber Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir bin. Em ê daxwaza aştiyê bikin. Heta ku çareseriyek ji bo aştiyê neyê dîtin, em ê ji Enqerê venegerin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Qatîl DAIŞ, hevkar AKP” bi dawî bû.