12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan vê heftê li aqûbeta Bayram û Tekîn pirsîn

Dayikên Şemiyê cara 1024'an çûn Qada Galatasarayê û li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên 28 sal in aqûbeta wan nayê zanîn pirsîn.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin bipirsin û xwest kujer bên darizandin cara 1024’an li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên 28 sal in aqûbeta wan nediyar hat pirsîn. Li ser navê girseyê keça Fehmî Tosun ê di bin çavan de hat windakirin Jiyan Tosun daxuyanî xwend.

 ‘Divê qeyûm bi dawî bibin’

Jiyan Tosun anî ziman ku welat ji çareserî û aştiyê zêdetir ketiye nava pirsgirêkan û yek ji van pêkanînan jî tayînkirina qeyûman e û destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman nirxên mafên mirovan û demokrasiyê hatine binpêkirin. Jiyan got, “Ji bo parastina nirxên aştî, mafên mirovan û demokrasiyê, weke pêwîstiyeke berpirsyariya me ya sivîl; Divê pratîka qeyûman bê rawestandin. Em bang dikin ku şaredariyên bi dengê gel hatine hilbijartin demildest bên dayin. Em daxwaza xwe ya ji bo Tirkiyeyeke demokratîk dubare dikin ku dê aqûbeta windayên me bê eşkerekirin û kiryar bên darizandin û cezakirin.”

‘Ev 28 sal çarenûsa wan di tarîtiyê de ye’

Jiyan Tosun diyar kir ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ê 28 sal in aqûbeta wan nediyar e hatin cem hev. Diyar kir ku malbata Mehmet Şîrîn Bayram ji bo bibin cerdevan zext li wan hatiye kirin û gundê wan hatiye şewitandin û ji ber wê jî neçar mane koç bikin. Jiyan Tosun wiha dewam kir:”Mustafa Bayram bi kurê xwe Şîrîn re çûbû Kocaeliyê û di înşaetê de dixebitî. Şîrîn ê 18 salî ji malbata xwe re gotiye keçeke ku jê hez dike heye. Malbat li hev civiyan û axaftin qut bû. Şîrîn ji bo peywirê ji Kocaeliyê hat malê. Di 2’ê Mijdara 1996’an de çû serdana apê xwe yê ku li gund dima. Dema ku tarî bû ji bo şeva xwe derbas bike çû mala xizmê xwe Ramazan Tekîn ê li gundê Demîrcî yê Pasûrê û danê sibehê rêwîtiya xwe bidomîne. Di şeva 2’ê Mijdara 1996’an de leşker û cerdevanan bi ser mala Ramazan Tekîn ê 65 salî de girt. Ramazan Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram ê ku li malê mêvan bû hatin binçavkirin. Tevî ku malbatên girtiyan agahdar kirin ku birin Qereqola Jendermeyan a Navçeya Pasûrê û 5 rojan li midûriyeta polîsan hatin ragirtin jî, midûriyeta ku serî li wan da jî ev bersiv da: “Me ew negirtiye.”

Cerdevanên ku Şîrîn Bayram girtin

Jiyan Tosun diyar kir ku malbatê ji cerdevanên ku nas dikin agahî xwestiye û got cerdevanê bi navê M.B, Mehmet Şirin Bayram bi çavên girtî biriye Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê. Jiyan Tosun axaftina xwe wiha domand: “Cerdevanê ku gazî midûriyeta polîsan hat kirin, dema rastî şîdetê hat û gef li wî hat xwarin, îfadeya xwe paşve kişand. Malbatan serî li dozgeriyê dan. Hazal Tekîn, anî ziman ku di nava kesên ku hevjînê wê û mêvanê wan Mehmet Şîrîn di serdegirtina mala wan de 2 cedevanan nas dike û navên wan Fettah û Cumalî ye. Malbatên ku ji bo xwe bigihînin windayên xwe serî li rayedarên fermî dan, rastî zext û gefên ‘Hûn leşkeran gilî dikin’ hatin. Weke di dozên din ên windakirinên di bin çavan de, lêpirsîneke bi bandor nehate kirin. Ji Ramazan Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram careke din agahî nehatin girtin; Çarenûsa wan di tariyê de ma û kiryar jî bê ceza hiştin. Malbatên Bayram û Tekîn 28 sal in bi êşa ku nikarin aqûbeta hezkiriyên xwe hîn bibin dijîn. Dayik, bav û birayên wî 28 sal in li Mehmet Şîrîn digerin. Hevjîna wî ya 28 salan dibêje, ‘Ez ê li benda Şîrîn bim heta ku xebera mirî yan jî sax hîn bibim’  Windabûna di bin çavan de sûcek e. Em bang li dozgeran dikin ku ji niha ve lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin û dawî li vê bêhiqûqiyê bînin, aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn eşkere bikin û edaletê pêk bînin. Çiqas sal derbas bibin jî; Em ê ji bo Ramazan Tekîn, Mehmet Şîrîn Bayram û hemû windahiyên me dev ji edaletê bernedin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

‘Dewlet li vê erdnîgariyê deyndar e’

Piştre Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî nameya ku Halîme Bayram li ser navê malbata Bayram şandibû xwend. Di nameyê de ev tişt hatin gotin: “Di sala 2017’an de bi heman bawerî, bi heman îrade, bi heman hesret û bi heman êşê li Şîrîn geriyam… Em ê ji kesên ku me mehkûm dikin ku em li hestiyên hezkiriyên xwe bigerin hesab bipirsin. Bi baweriya ku wê ev lêgerîna edaletê pêk were, em ê li aqûbeta hemû hezkiriyên xwe yên di şexsê Şîrîn de hatine windakirin bipirsin. Ev dewlet li vê erdnîgariyê ji bo jiyana her zarokekî deyndarê her dayikekê ye. Dewlet deyndarê her mala li vê erdnîgariyê ye. Divê dewlet bi vê rastiyê re rû bi rû bimîne. Yên dewletê bi rê ve dibin bila dengê Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan bibihîzin û hemû mekanîzmayên darazê di zûtirîn demê de seferber bikin û sûcdar û berpirsyar bên darizandin û cezakirin. Ger li vî welatî aştiya navxweyî pêk were, divê pêşî li lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê were vekirin. Em di 28’emîn salvegera windakirina Şîrîn a li girtîgehê de daxwaza heqîqet û edaletê dubare dikin. Em dibêjin Şîrîn û hevalên wê bibînin û kiryaran derxînin pêşberî dadgehê.”

Çalakî bi danîna qerenfîlan a li qada dorpêçkirî bi dawî bû.