12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan bi girseyî Halîse Aksoy pêşwazî kir

Halîse Aksoy ku ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatibû girtin, ji zindanê derket. Dayikan û malbatên girtiyan Halîse Aksoy li pêş zindanê bi girseyî pêşwazî kirin.

Halîse Aksoy, li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik di 28’ê nîsana 2023’yan de hatibû girtin. Danişîna 3’yemîn a doza Halîseyê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Halîse û parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek tevli danişînê bûn. Di danişînê de dozgeriyê xwest ku ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, rewşa girtî ya Halîseyê bidome. Parêzeran jî daxwaza berdana Halîseyê kirin. Dadgehê got ku gumana revê ya Halîseyê tune ye û biryara tehliyekirinê da. Danişîna dozê taloqî 18’ê îlonê hate kirin.

Halîse Aksoy li ber girtîgehê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Malbata Halîseyê, parêzerên OHD’ê, endamên DBP’ê Komeleya Jinan a Rosa, MED TUHAF FED, TUAY DER, ÎHD, Dayikên Aştiyê û gelek kes li ber girtîgehê bi dirûşma “Jin, Jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” Halîseyê pêşwazî kirin.

Hestiyên kurê Halîse Aksoy ê bi navê Agît Îpek di qutiyekê de bi kargoyê jê re hatibûn şandin û vê sepanê rê li ber bertekên mezin vekiribû.