12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Zîn û hunera wê ya resen

Dayika Zîn a li Elbistanê dijî bi her cure tiştên ku çêdike hestên xwe bi rengekî hunerî dide der. Ev hunera wê rastî eleqeyeke mezin tê û mala xwe veguherandiye muzeyekê

Bêşik çîrokek her mirovî heye û her mirov jî bi qasî çîroka xwe ye. Dema ku behsa Kurdistanê tê kirin, çîrokên ku bi mirovan re têkildar in jî dibe sedema xemgînî û êşê. Hin kes vê êşê li ser rûyê xwe de vedişêrin, hinên din bi rengekî wekî afirandinên çand û hunerî didin der.

Ev berhemên bêhempa ji xeynî qîrîna di canê wan mirovan de hêvî û hesreta ku diherike nav jiyanê û çavên wan wek çemekî tu wateya wan nîne. Dayika Zîn jî çemekî wisa diherike. Çavên wê hema hema sed bihar dîtine.

Dayika Zîn hestên xwe bi hunerî dide der. Bi hunera ku diafirîne gelek wateyên kûr û felsefîk lê bar dike. Niha jî li gundê Qaşanê yê Elbistana Gurgumê dijî. Ev gundekî çiyaye û wekî Çiyayê Elewiyan tê nasîn. Niha malên gundan sade û bêşiwan in û ji ber sadebûna xwe jî tên nasîn. Lê bi hunermendî û sebireke mezin, Dayika Zîn mala xwe veguherandiye muzexaneyekê. Di hewldaneke ku mirov dikare weke afirandina tiştekî ji tunebûnê bê binavkirin, wê her tiştê ku dikaribû li ser tabloyeke resimê bidîta anî cem hev. Carinan cil û bergên xwe jî parçe parçe kiriye û ji wan karekî nû afirandiye. Wê tam 75 sal bê rawestîn berhemên bêhempa afirandiye. Pêşniyaz û hewldanên hevjîn û yên derdora wê ku xwestibin wê ji vê huner û xebatê dûr bixin jî nekarîne bi ser bixin û dayika Zînê rawestîn in.

Tişta balkêş ew e ku hema hema di her berhemên wê de neynik hene. Neynik biçûk in lê pir kûr in. Di dema niha de her ku mirov biçûk dibin neynik jî mezin dibin. Dibe ku ji ber wê dayika Zîn ev rastî dizanibû ku neynikên biçûk bikar aniye.

Ji bo dayikê weke evînê ye

Dayika Zîn di temenê xwe de şahidî ji gelek qewimînên trajîk ên ku bi serê civaka kurd û elewî hatine re kirine. Yek ji trajediya bi serê kurdên elewî hatiye Komkujiya Gurgumê ye. Dayika Zîn di Komkujiya Gurgumê ya sala 1978’an de qetilkirina bavê xwe û gelek xizmên xwe jî dîtiye û ji wê rojê ve ye wek êşeke giran dikişîne. Me ew êş di berhemên wê de jî dît û şîroveyên kûr lê bar kir. Hevjînê dayika Zîn, Apê Keyfo bi salan hewl daye ku ew dev ji vî kar û hunerê yanî ev huner a ku ji bo dayika Zîn weke evînê ye berde, lê dema ku bi ser nakeve, vê carê bişkok, neynik, têl, behîv û keriyên behrê weke kespik berhev kiriye û ji dayika Zînê re aniye. Piştî demekê, wî ew xaniyê gund ê biçûk veguherandiye cihekî rengîn ku her kes jê hez bike.

Li aliyê din jî jin li gundan gelek karan dikin. Dayika Zînê karê xwe yê din îhmal nekiriye û şevên xwe ji bo vê hobîyê terxan kiriye. Belkî jî sedema ku wê karîbû bi tenduristiyeke baş di riya jiyana sedsalê de bimeşe ji ber şiyana wê ya hilberînê be.

Em ji dîrokê dizanin ku her tim jinan hebûna jiyanê estetîk kirine. Çavkaniya hunerê jin e. Dayikên me yên weke Zînê yên ku çand, huner û kevneşopiyan diparêzin, heta roja me ya îro tînin. Êş û birînên xwe û me bi dirûnan pêçan, eşq û hesreta xwe bi morîkan xemilandin. Hêviyên azadiyê di tevnên xwe de honandine û radestî me kirine. Ev mîrateya me ya hezar salan e, divê em jibîr nekin û bidin jiyîn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê