12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Şemiyê jiyana xwe ji dest da

Dayikên Şemiyê ragihandin ku ji sembolên Dayikên Şemiyê Emîne Ocak jiyana xwe ji dest daye

Yek ji sembolên Dayikên Şemiyê Emîne Ocak jiyana xwe ji dest da. Emîne Ocak ji bo aqûbeta kurê xwe Hasan Ocak hîn bibe ku sala 1995an di binê çavan de hate windakirin û berpirsyar bêne darizandin bi salan têkoşîna edaletê dimeşand. Emîne Ocak ku piştî krîza dil mehekê li nexweşxaneyê di beşa lezgîn de dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Dayikên Şemiyê li ser hesaba xwe ya Xyê mirina Emîne Ocakê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi xemgîniyeke mezin radigihînin. Me yek ji dengê herî xurt ê têkoşîna xwe ya edaletê û heqîqetê Emîne Ocak ji dest da ku bi wêrekî, israr û biryardariya xwe dihate naskirin. Agahiyên li ser merasîma cenazeyê wê pişt re bêne ragihandin.”