Di sala 2020’î de li Muglayê bi iddiaya dayika Pinar Gultekin, Şefîka Gultekin gef li bersûc Cemal Metin Avci xwariye û heqaret lê kiriye ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Muglayê ve iddianame hat amadekirin. Bersûc Cemal Metin Avci di rûniştina 26’ê nîsana 2021’ê de piştî gotinên Şefika Gultekîn li Serdozgeriya Komarê ya Muglayê giliyê wê kir.
Îddianameya dozgeriyê amade kirî ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ve hat qebûlkirin. Ji bo Gultekîn bi iddiaya ‘gefxwarin’,’heqaret’ê 4 sal û 4 meh cezayê girtîgehê jê re hat xwestin. Wê rûniştina yekem jî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Muglayê bê dîtin.
Şefika Gultekin têkildarî vekirina dozê ya li ser gilîkirina bersûc Cemal Metin Avci ji JINNEWS’ê re axivî û bertek nîşanî dozger û dadgeran da.
Şefika Gultekîn bi lêv kir ku di doza ku ev du sal in didomin de tim buxtanan dixin stûyê Pinarê û wiha got:”Gotinên kujer Cemal Metin Avci digirin ber çav lê yên min nagirin ber çavan. Ez biryara dozger daye şermezar dikim. Em edaletê dixwazin. Kujerê keça min ne yek tenê ye. Dayik, şirîkê wî jî hevkar in. Lê dozger ew berdan. Li dayikekê doz vekirine. Ez takdîra vî tiştî ji raya giştî re dihêlim. Dayik û xwişka dozger heye. Bila xwe têxe dewsa min. Ger bi serê wan de bihata wê bertekek çawa nîşanî kujer bidana? Çima êşa min nabînin? Banga min li cîhanê ye. Bila dozger û dadgerên bi wijdan li doza me binêrin. Em êdî van tiştên diqewimin nikarin ragirin. Divê ceza bidin kujeran.
Gultekîna ku tim pirsa “Edaleta te li ku ye?” dikir wiha domand:”Berteka min daya kujer normal e. Dewsa dozger û dadger vê bertekê normal bibînin doz li min vekirin. Gelo ew ê her kes bertekek çawa nîşanî vê yekê bide. Cinayeta keça min naşibe cinayetên din. Keça min miriye nikare xwe îfade bike lê ew buxtanan dikin stûyê keça min. Bi ser de jî dozê li dayika wê vedikin. Ev tiştekî gelekî bi êş e. Ji ber mijûlbûyina bi dozê re me êşa xwe nikaribû bijiya. Ger dewletê ev êşa min bidîta wê min neda dadgehê.”
Dayika Pinar Gultekîn Şefîka Gultekîn da zanîn ku bersûc Cemal Metin Avci wekî ku Pinarê nekuştibe rehet tev digere û wiha lê zêde kir:”Bes e bila êdî jinan nekujin. Ger vana bi hawê xwe yê wiha dewam bikin dê cinayet tu carî bi dawî nebe. Ji bêcezahiştinê cesaretê digirin. Wekî dayikekê min didin dadgehê. Ji ber cesareta didin mêran mêr rojê deh jinan dikujin. Piştgiriyê bidin min. Ger em piştgiriyê nedin hevdu dê bêtir jin bên kuştin.”