4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Hevrîn Xelef: Hêj kujerên keça min serbest in

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa destnîşan kir ku dadgehên Ewropayê der barê doza qetilkirina keça wê de bêdeng in û hîna hesab ji kujeran nexwestine.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk di êrişên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de, 12ˈê Cotmeha 2019’an bi awayekî hovane êrişî siyasetmedara Kurd sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê erebeyê Ferhad Remedan kir. Çeteyan Hevrîn û Ferhad qetil kirin û bi îşkence li cenaze kirin. 5 sal borîn lê kujer hêj nehatine dîtin û darizandin û hêj edalet pêk nehatiye.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa destnîşan kir ku kujerên keça wê hîna serbest digerin û nehatine cezakirin. Dayika Hevrîn Xelef di Sibata 2020’an de beşdarî rûniştineke Parlamentoya Ewropayê bû û ji bo hesabpirsîna ji kujerên keça xwe gilî li dadgehên navneteweyî kiribû.

Sûad Mistefa diyar kir ku şehîd Hevrîn bi hemû keda xwe hewl dida projeya xwişk û biratiya gelan û azadiya jinan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Sûad Mistefa têkildarî giliyên kiribûn got: “Min berê xwe da dewletên Ewropayê û dadgehên navneteweyî. Min gilî ji bo cezakirina kujerên keça xwe vekir. Qetilkirina wê li dijî tevahî qanûnên navneteweyî û mirovî ye.”

Sûad Mistefa diyar kir ku wê di dadgehên Almanya, Swîsre û Belçîkayê de giliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û berpirsên qetilkirina keça wê kir. Jiinên Îtalyayê gilî li dijî kujerên şehîd Hevrîn vekir. Lê heta niha tu agahî û bersiv nehatine dayîn.

Sûad Mistefa destnîşan kir ku tevî hebûna delîl û îsbatên li dijî sûcdaran, lê dîsa jî dadgehên Ewropayê û hêzên navneteweyî tu gavên qanûnî ji bo hesabxwestina ji sûcdaran û hevkarên wan, neavêtin.

Sûad Mistefa diyar kir ku heta niha têkiliya wê bi parêzeran re heye da ku sûcdar ji ceza nerevin û got: “Ez hewl didim edaleta mirovî ji keça xwe Hevrîn re pêk bînim. Têkiliya min bi parêzeran re heye da ku sûcdar ji ceza nefilitin.”

Sûad Mistefa wiha zêde kir: “Di şexsê keça min de xwestin jinan bitirsînin û wan ji qada siyasî dûr bixin. Lê belê bi hezaran jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro keça min Hevrîn ji xwe re pêşeng dibînin û soza şopandina rêya wê daye.” Hedefgirtina siyasî  li gorî madeya 3’yan a Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê binpêkirina mafê jiyanê ye.

Benda yekê ya madeya 6’an a Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî destnîşan dike ku her mirovek xwedî mafê jiyanê ye û kes nikare kesî ji wî mafê bi darê zorê bê par bihêle.

Di peymana 4’emîn a Cinêvê de ya parastina sivîlan di şeran de ya di 12’ê Tebaxa 1949’an de li dewletên tê de beşdar ferz dike ku vê peymanê pêk bînin û wê binpê nekin.

Di madeya 32’yan a heman peymanê de hatiye diyarkirin ku pêwîst e dewletên beşdar hemû rewşên ku dihêlin zirar bigihêje kesên parastî yên li ser xaka xwe qedexe bike. Di madeya 2’yan de hatiye destnîşankirin ku siyaseta kuştinê bi hemû cureyên wê û di hemû cih û dîrokan de qedexekirî ye. Di madeya 147’an a heman peymanê de kuştina bi zanabûn sûcekî mezin e.

Di heman wextî de Neteweyên Yekbûyî (NY) sûcê cezakirina bi darvekirinê derveyî qanûnan di hemû mercan de qedexe kiriye. Li gorî nirxê yekemîn ê NY’ê pêwîst e hikumet hemû sûcên darvekirinê yên derveyî qanûnan qedexe bikin û her kiryarekî wiha li gorî qanûnên xwe wekî sûc bibîne.

Di madeya 6’an a Sîstema Romayê ya Dadgeha Navneteweyî de ya 1998’an de, kuştina komeke mirovan wekî sûcê qirkirina komî tê dîtin. Li gorî madeya 7’an jî kuştina bi zanabûn sûcekî dijmirovî ye.