Di 8’ê Mijdarê 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Çalakî di 30’ê nîsanê de veguherî rojiya mirinê û 200 rojan dewam kir. Di çalakiyê de Zulkuf Gezen (33), di 17’ê adarê de li dijî tecrîda li Îmraliyê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê, Yonca Akici di 9’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê, Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Xarpêtê li dijî tecrîda Îmraliyê dawî li jiyana xwe anîn.
Di encama çalakiyan de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan di navbera 2-22’yê gulanê, 12-18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtin kirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li çalakgeran kir ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bikin. Li ser banga Abdullah Ocalan di 26’ê gulanê de çalakî bi dawî bû.
Piştî vê Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ev axaftina telefonê jî di nêvî de hat qutkirin. Ji wê rojê heya niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.
Li ser vê yekê girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî a Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Dayika Zulkuf Gezen ê ku di 17’ê adara 2019’an de dawî li jiyana xwe anî; Hewa Gezen têkildarî çalakiya girtiyan û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji rojnameya me re axivî. Gezen diyar kir ku eger tevahiya Kurdistanê li girtiyan xwedî dernekevin û piştgirî nedin girtiyan dê ji girtîgehan cenaze derkevin û wiha got: “Rewşa girtîgehan li ber çavan e. Divê her kes li gorî vê tev bigere. Girtî bi xwedîderketinê serbilind dibin. Bi piştgirêyê bihêz dibin. Ger em bêhêz bin, em ê her tim bindest bin. Dê dewlet heqaretê li me bike û wê hebûna kurdan jî qebûl neke. Ger ku em kurd vê rewşa tecrîdê qebûl nakin, divê em di serî de serokê xwe azad bikin û di nav aştiyek mayînde de li Kurdistanê azad bijîn.”
Gezen bi bîr xist ku di sala 2019’an de dîsa girtiyan çalakî li darxistin û wiha domand: “9 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Yek jê ji wan jî şehîd Zulkuf bû. Heta xwîn di damarê min de bigere ez ê têkoşîna wî biparêzin. Divê doza wan li erdê nemîne. Em ê her wext xwedî li doza şehîdan derkevim.”
‘Çareserî di azadiya Serok de ye’
Gezen anî ziman ku kurêkî wê di girtîgehê daye û ew naxwaze êdî dilê dayikan bişewit e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwaza min ew e ku ne tenê malbat, hemû gelê kurd xwedî li girtiyan derkevin. Ger gel xwedî li girtiyan derkeve wê dijmin nikaribe girtiyan tecrîd bike. Ev çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan daye destpêkirin ne tenê ji bo xwe ye, ji bo her kesî ye. Ji bo tecrîd li ser hemû gelê kurd bê rakirin û gel bi her awayî azad bibe di grevê de ne. Armanca vê çalakiyê ew e ku hem ji bo Serok azad bibe û hem jî bi azadiya Serok re Kurdistan jî azad bibe. Rêya çareseriyê di azadiya Serok de ye. Her kes dizane ku heta Serok azad nebe kurd azad nabin. Girtî ji bo Serok azad bibe mirina xwe didin ber çavên xwe. Ev serhildana li Kurdistanê bi saya Serok e. Ji ber vê ne tenê çalakiya greva birçîbûnê yan jî nobeda edaletê, em canê xwe jî di rê ya azadiya Serokê xwe de bidin hindike. Lê divê gel hemû bi hev re vê yekê bixwaze û ji bo azadiya Serok têbikoşe. Di 2019’an de 9 cenaze ji girtîgehan derketin. Em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Mixabin ji ber ku ez nexweş im nikarim tevlî çalakiya Nobeda Edaletê jî bibim. Lê dayik bi şev û roj di bîr û dilê min de ne.”
‘Em ê bi ser bikevin’
Gezen anî ziman ku ew nobeda edaletê ya malbatên girtiyan silav dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li rayedaran dikim bila pirsgirêk bê çareserkirin. Êdî bes e! Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Demildest tecrîda li ser girtîgehan û Kurdistanê rakin. Deriyê heps û zindanan vekin. Di serî de Serok û her wiha hebû girtiyên azadiyê azad bikin. Heta kurd azad nebin wê aştî pêk neyê. Azadî di rakirina tecrîdê de ye. Li ser navê dayikên şehîdan silav û rêzên xwe ji girtiyan û hemû dayikên şehîdên Kurdistanê re dişînim. Ji girtiyan re serkeftinê dixwazim. Ez di wê baweriyê de me wê çalakî serkeftî bi encam bibe. Em ê bi ser bikevin. Ez bejna xwe li ber hemû girtiyan ditewînim û nobeda edaletê silav dikim.”