12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Daxuyaniya xwedekar û mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê

Xwendekar û mamostayên Zanîngeha Polîteknîk ya Silêmaniyê, êrişên komên çeteyên ser bi hikûmet demkî ya Şamê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi çalakiyekê şermezarkirin

Li Zanîngeha Polîteknîk ya Silêmaniyê ji bo piştevaniya berxwedaniya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê, xwendekar û mamsotayên zanîngehê çalakiyek lidarxistin û êrişên komên çeteyên ser bi hikûmet demkî ya Şamê li ser kurdan şermezarkirin.

Di çalakiyê de Mamostayê Zanîngeha Polîteknîk ya Silêmaniyê Baqir Dawid ji Rojnews’ê re axivî û got: “Armanca me ji vê çalakiyê ewe ku em peyamekê bidin dijminên ku tiyê xwîna Kurdanin û bi her cûre çekan li dijî welatiyên me rawestane. Ciwanên me her tim ji cîhanê re îspat kirine ku ewê li ber dagirkeran serî netewînin. Îro em li vir dixwazin bêjin ku Kurdên Helebê ne bi tenê ne û Kurdên ji hemû beşên Kurdistanê bi wan re ne.”

Baqir Dawid diyar kir ku ciwan û welatiyên her du taxên Kurdan ên Helebê bi çekên sade dîrok nivîsandin.