Mezopotamya ango welatê jiyanê. Welatê şaristaniyê û bingeha bajarvaniyê. Jiyana mirovahiyê li ser axa Mezopotama dest pê kiriye û mirov li vir bi dar, ber û sewalan re hev nas kirine. Her çiqas li dijî vê yekê angaşt hebin û hin kes bawer nekin jî, dema mirov li ser axa Mezopotamya digere û çav davêje berhemên dîrokî; wê demê bi hemû herhem û bermahiyên xwe şik û gumanên di hişê mirov de zelal dike. Ji bo em van şikan ji hiş û serê mirovan derxin û nerîna wan a li ser destpêk û koka dîrokê zelal bikin. Werin em bihevre berê xwe bidin Gundê Darê ku di navbera Mêrdînê û Nisêbîna rengîn de wenda bûye. Em bihevre biçin bajarê kevir û xwe û li şûnwarê xwe bigerin û nas bikin.
Beriya ku mirov dikeve nava bajêr dîwarên beden û bircên bajêr di nava şînahiya baxçeyên zeytûn û rezên tirî de ber bi ezman radipelikin. Her ku mirov nêzî gund dibe, bêtir şekl û şemalê birc û bedenên bajêr xwe kifş dikin. Xaniyên gund ku ji kevirên xerabeyên bajêr hatine ava kirin jî, mirovan bi zindîbûna xwe pêşwazî dikin. Ev bajarê ku niha gund e, ji dûr ve wekî xerabeyan tê xuyakirin. Bajarê ku di hundirê kevir de ava bûye, mirovan sermest dihêle. Bi ostatiyek mezin û hunerek pir bedew, sebrek pir zêde hatiye kolandin. Ev bajar, çend salan û ji aliyê çend hezar kesan ve hatiye kolandin tenê mirovên wê demê zanin.
Her çiqas ew bajar zêde nahatibe nasandin jî di dema xwe de stêrka bajaran bû. Di wê serdemê de teknolojî û mîmariyek wisa bilind hatiye bikar anîn, eşq û heyraniyek bêsînor bi mirovan re çêdike û mirovan dikşîne nava dilê xwe. Di wê demê de li bajêr pergala şibakeyên avê, pergala sarinç, kêsîn (Kanalîsazyon) aşê avê, zindan, depo (embar) pir û salona şanoyê hatine ava kirin.
Bi kolandinê hatiye avakirin
Tê gotin ku yekem car mirov li wî bajarî bi cih û war bûne. Ev bajarê ku ji aliyê mirovan ve di sînga kevirê spî de hatiye kolandin, destpêka avakirina bajarvanî û niştecihbûnê ye. Ev bajarê ku nayê dîtin û nayê naskirin Bajarê Darê ye. Bajarê Darê ku niha tenê wekî gund maye beriya zayinê bi çend hezar sal hatiye avakirin ne diyar e. Lê tenê tê zanîn ku ji aliyê mirovan bi destê mirovan ve bi kolandinê hatiye avakirin.
Li vî bajarî ne beton, ne çîmento û ne jî hesin hatiye bikar anîn. Latê sipî hatiye kolandin û bajar di hundirê zinaran de hatiye kolandin. Mirovan bi hezaran sal berê bêyî ku xwezayê biêşînin û bêyî ku hevkêşiya ekolojiyê xera bikin bi kevir, dar û ber re hevaltî kirine. Her wiha keviran jî ew parastine. Tenê ked, sebr, tifaqî û jiyanek hevpar bûye sedema avakirina vî bajarî.
Bajarê herî navdar bû
Gundê Darê 30 kîlometre li başûrê rojhilata Mêrdîn dikeve, Di qontara çiyayê navbera Qoser û Nisêbinê de ji keviran hatiye ava kirin. Di dema xwe de bajarê Mezopotamya yê herî navdar bû. Lê niha ji ber qîmetê wî nehatiye zanîn û bûye qada operasyonan kevir li ser kevir nemaye û tev hilweşiya ye. Ev bajarê bêhempa gelek şaristanên wekî Sumer, Akad, Elam, Asûr, Babîl, Grek, Roma û Pers hatine li vir serdestî meşanine û çûne. Her wiha tê gotin ku Ev Bajarê Kevir, ji Îskenderê Mezin re jî bûye wargeh û artêşa Îskender hembêz kiriye û ji dijmin parastiye.
Li dor bedena bajêr 25 birc hene
Hin çavkaniyên dirokê jî dibêjin ku Bajarê Darê ji aliyê Hikûmdarê Îranê Darayuvaşî ve hatiye ava kirin. Gelek caran di navbera Îran û Romayê de dest guhertiye. Wê demê gelek şûr û rim li ser singa Darê hatin kişandin. Gelek xwîn li ser vî bajarî hatiye herikadin. Bajarê Darê piştî sedsala VII’an ketiye destê Emewîyan û piştre jî ket destê Abbasîyan. Di sedsala XV’an de jî ket destê tirkan. Her çiqas gelek netew û miletan serdestî li ser vî bajarê dîrokî meşandibe jî, mirovên wê demê evîn û baweriya xwe li ser hevir neqiş kiriye. Hêza xwe, zanîna xwe, huner û çanda xwe li ser kevir nemir kiriye û heta îro aniye. Bajar bi bedenan hatiye pêçan. Li dor bedena bajêr 25 birc hene.
Şikeft
Bajarê Darê di sînga tahtê (lat) nehît de hatiye kolandin. Zikê taht hatiye qelaştin û avahî di zikê taht de hatiye kolandin. Şkeftên ku wekî lûs û hêlînên çivîk û kevokan di dîwarên zinar de hatine kolandin dişibin bajarê kevirî. Taht û zinarê ku nêzî 40 metreyî bilindahiya wî heye, qor bi qor derî di kevir de hatine vekirin û di hundirê tehtê de bi mîmariyek smetrîk û aheng ode hatine kolandin. Di hundirê odeyan û rex dîwarên odeyan de jî gelek gor hatine kolandin û ser deriye goran jî bi perçeyekî kevirê pahn ku wekî dergehekî mezin heye hatiye pêçan. Di zinar de ode û xanî 4 tebeq li ser hev hatine kolandin. Her xaniyek ji 2 an 3 odeyan pêk tê. Di navenda bajarê kevirî de jî qesra 4 tebeq ku wekî dêrê hatiye bikar anîn heye. Li ser deriyê vê dêra 4 qat wêneyên mirovan û pelên tirî hatine kolandin. Her odeyek taq ango paceyek biçûk vedibe hundirê avahiyê û hundir bi tîrêjên rojê ronî dike. Her çiqas derveyî şibakeyê teng be jî her ku şibake ber bi hundir ve dirêj dibe fireh dibe û şewqa tîrêjên rojê li hemû deverên odeyê belav dike. Di qatê binî yê dêrê de dîsa taht hatiye kolandin û wekî perde bi perde kevirên şayîk hatine pêçandin.
Di wê demê de mîmariyek pir bilind û bêhempa hatiye bikaranîn. Malên Bajêr li ser 8-10 km yî belav bûye û ji şikeftên kevir hatiye avakirin. Li aliyekî zinar û taht kolandine mal çêkirine. Li aliyê din di kolandina wan xanî û odeyan de ew kevirên ku wekî qalib derketine, bi wan keviran beden, birc û keleha bajêr saz kirine û afirandine.
Birc û bedenên Darê
Derdora Bajarê Darê bi birc û bedena ku bi kevirên lehît ên ji zinar hatine kolandin hatiye avakirin. Dirêjahiya Bedena Darê ji 4 hezar metreyan pêk tê. Du deriyê bedenê hene. Deriyek vedibe bakur. Ev derî dikeve çiyê. Deriyek jî vedibe başûr. Ev derî jî derdikeve beriya Binxetê. Li ser bedena bajêr 25 birc hatine ava kirin. Ev birc wekî depoyên erzaq û kuleyên parastinê hatine bikar anîn. Di hundirê bedenan de li ser gir keleha ku bilindahiya wê 50 metreye hatiye ava kirin. Lê roja îro li şûna kelehê tenê kevirên bingehê kelehê maye û li ser bingeha kelehê avahî hatine lêkirin. Di hundirê bajêr de şop û bingehê zindan, sarincên avê û sarayan li ser lingan mane. Gelek dîwarên beden û bircan hilweşiyane û tenê hin perçeyên dîwar li hemberî hemû êrîşan ber bi şînahiya ezman ve serî hildaye û heta îro berxwe daye.
15 sarinc li rex hev hatine çêkirin
Ji wê serdemê de pergala hawizê avê û sarinçan pêş ketiye. Ev sarinc, di singa tahtekî (lat) kesp de hatine kolandin. 15 sarinc li rex hev li bakurê bajêr hatine kolandin.
Ji bo vê kolandinê hêzek pir mezin û temenekî dirêj divê. Ev sarinc bi dehan salan ji aliyê hezaran kesî ve bi kedek mezin hatine kolandin. Ji bo vê kolandina van sarincan ne tenê ked, her wiha sebr, zanebûn û berxwedanek mezin jî bi xwe re afirandiye. Wê bawerî, ked, berxwedan û eşqa mezin li pey xwe berhemek wisa dîrokî û bêhempa afirandiye. Ev sarincên ku di tehtê de hatine kolandin bi kevirên mezin û şeh kirî bi avayekî glover hatiye pêçan. Piştî ser sarincan hatiye pêçan ketiye şiklê erdzemînê. Bi vê sergirtina sarincan ava sarincan ji germa, serma û qirêjiyê hatiye parastin.
Van sarincên ku dirêjahiya van 50 metre, firehbûna wan 5 metre û kurbûna wan nêzî 10 metreyan e, wê demê hemû pêdiviyên bajêr yên avê temîn dikir û av li hemû devera bajêr belav dikir. Havînan av cemidî û zivistanan jî av germ dihişt. Ev sarinc çavkaniya xwe ya avê, bi qanalek avê ku 12 kîlometre bi Kaniya Bazinan ve tê girêdan digirt.
Li ser 16 stûnan zindan lêkirine
Li ser zindana Darê gelek çîrok têne gotin. Hin kes dibêjin di destpêkê wekî sarinca avê dihat bikaranîn.
Hin çavkanî dibêjin wekî depoya erzaq dihat bikaranîn. Lê belê di sedsalên dawî de tê zanîn ku wekî zindanê hatiye bikar anîn. Her çend çîrok li ser hatibin gotin jî her miletekî li gorî pergal û berjewendiyên xwe ev berhema cihêwaz bikar aniye. Ev zindana bê hempa ji ber bedewbûna xwe û mezinbûna xwe mirovan matmayî dihêle. Zindan di bin zikê erdê de hatiye kolandin û lêkirin. Di ketina deriyê zindanê de salonek zirav û dirêj derdikeve pêşberî mirov. Kûrbûna vê zindanê ji 40 metreyî pêk tê. Firehbûna wê 10 metre, dirêjbûna wê jî ji 30 metreyî pêk tê. Li ser 16 stûnên stûr hatiye lêkirin. Her wiha ji bo daketina hundir pêwiste mirov 55 pêpelikan dakeve û hilkişe.
Ev zindana ku di bin zikê erdê de veşartiye, heta çend sal berê hundirê wê tijî xwelî bibû û wekî gova pez û axurê çêlekan dihat bikar anîn. Piştî paqijkirinê û şunve hêdî hêdî bala mirovan dikşîne ser xwe û dibe çavkaniya turîzmê.
Lê mixabin ev bajarê dîrokî ku çand, huner, hêz, zanist, mîmar û keda mirovahiyê tê de veşartî piştî ket destê Osmaniyan û Dewleta Tirkiyeyê bê xwedî hate hiştin û bi xerakirinê re rû bir û ma.
Ev devera dîrokî ku wekî destpêka şaristanî û bajarvaniyê tê zanîn ji ber bê xwedîtiyê di sedsala dawî de wekî gov û axur hate bikaranîn û tev hilweşiya. Dîrok ji ber bêxwedîtiyê ji rûpelên dîrokê derket û winda bû.