15 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Darbeya 12ê Îlonê ya faşîst

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Tirkiyê ji vê zîhniyeta darbekar rizgar bibe derfeteke mezin pêşkeş dike.

Piştî darbeya leşkerî ya 1961ê û muxtira ango destwerdana 1971ê, artêşa tirk cara 3yemîn di 1980yî de li Tirkiyê dest danî ser rêveberiya welêt.
Artêşa tirk di 12ê Îlona 1980yî de, di bin serkêşiya serfermandarê wê demê Kenan Evren de darbeya leşkerî pêk anî. Bi darbeyê re destûra bingehîn hat betalkirin û li Tirkiyê bi qasî 6 mehan hikûmeta nû nehat hilbijartin. Qanûnên nû yên senteza nijadperest û îslamî destûra bingehîn hate avakrin û ev li ser civakê ferzkirin. Komên wekî Dev-Yol û PKK ku di salên 1970î de li dijî feodalîzm û mêtingeriyê dixebitîn, hatin qedexe kirin. Zimanê Kurdî  hat qedexekirin û peyvên “Kurd”, “Kurdistan” an “Kurdî” weke sûç hatin dîtin. Gelek kes ji ber axaftina Kurdî hatin girtin û di zindanan de îşkence dîtin. Li gorî rapora Amnesty Internationalê ya 1985ê, di zindana leşkerî ya Amedê de, êşkenceyên dermirovî li şoreşgeran hatin kirin.
Di demeke kurt de piştî darbeyê, nêzî 650 hezar kes hatin girtin, ku piraniya wan çepgir û Kurd bûn. Ji van kesan 230 hezar kes hatin darizandin, 14 hezar kes ji welatîbûna Tirkî hatin derxistin û 50 kes hatin darvekirin. Di heman demê de, 471 kes di zindanan de bi îşkenceyê hatin kuştin. Li gorî daneyan di destê darbekaran de lîsteya reş a ku milyonek û 683 hezar kesî pêk dihat hebû. Piraniya kesên di çarçoveya vê lîsteyê de hatin darizandin li gorî zîhniyeta darbekaran sûçdar hatin dîtin. Darbeya ku bi hinceta aramiyê pêk hat qadeke siyasî ya hovane afirand. Gelek malbatên Kurd û çepgir hîn jî li pey “windakirinan” digerin.
Di sala 2025an de, 45 sal piştî darbeyê, zîhniyeta wê bi awayekî nû di siyaseta Tirkiyeyê de xwe dida der. Her çend di salên dawî de reformên ji bo endamiya Yekîtiya Ewrûpayê hêza leşkerî kêm kiribin jî zîhniyeta vesayetê guheriye. Niha ev zîhniyat di destê hêzên siyasî de ye û bi têgîna nijadperest û îslamî ve hewil didin wê bidin jiyankrin. Di vê 45emîn salvegerê de, bi siyaseta Qeyûm, desteserkirina îradeya gel, girtina siyasetvanên hatî hilbijartin berdewama vê zîhniyetê ye. Ev zîhniyet nîşan dide ku Tirkiye hîn jî li ser mîrateya derbaya 1980ê tê bi rêvebirin û siyaset jî li gorî wê şekil digre. Ev zihniyet li ser demokratîkbûna Tirkiyê tehdîda herî mezin e û li pêşiya destûrek bingehîn jî astengiye.
Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Tirkiyê ji vê zîhniyeta darbekar rizgar bibe derfeteke mezin pêşkeş dike. Lewma îro hemû derdorên azadîxwaz û demokrat ji bo Tirkiyeya nû li ser hîmê pirrengiya pêkhateya were avakrin xwedî li banga Rêber Apo derdikevin.