Desteya Dadgerî ya Hilbijartinan a Konseya Bilind a Dadgeriya Iraqê, biryara girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê da.
Li gorî daxuyaniyê, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê hatine girtin. Li gorî biryarê dê buroyên her sê partiyan werin girtin, dest deynin ser mal û milkên darayî yên partiyan.
Konseya Dadgeriyê ragihand ku li gorî madeya 32 ya partiyên siyasî ya sala 2015’an, biryar hatiye dayîn.