Dadegeha bilind der barê dayika Taybet Înan de biryareke sosret girt. Dadgeha bilind bi biryara ku gartiye Taybet Înan careke din kuşt. Dadgeh di biryara xwe de dibêje “Ji ber ku di dema xwe de serlêdan nehatiye kirin, lewma ji aliyê şêwazê ve kêm e. Ji ber vê kêmaniyê dosya nayê nirxandin.” Li gorî dadgehê, serlêdan di dema wê de nehatiye kirin.
Beriya niha jî Dadgeha Bilind a Tirk û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji ber heman sedeman serlêdana Doza Roboskiyê betal kiribû. 34 gundiyên Roboskiyê bi balafirên şer hatibûn kuştin. Lê daraza tirk di komkujiyê de tu kêmaniya dewletê nedît. Kurd carekê bi awayekî fîzîkî têne kuştin, cara duyem jî ji aliyê darazê ve bi giyanî têne kuştin.
Dadgeha bilind di cihê ku bêje Taybet Înan çima hatiye kuştin, Çenazeyê wê çima heft rojan li erdê maye, dibêje we dereng serî lê daye. Gelo di dema xwe de serî lê dabûna dê encam cudabûya? Qet bawer nakim. Hiqûq her çiqasî ji maddeyên diyar pêk were jî dema daraz bixwaze dikare li gorî rêziknameyên giştî, li gorî peymanên navnetewî tevbigere û biryarên erênî bigire. Lê mixabin dema hiş û wijdan ne qanî be ku maf hatine binpêkirin, daraz jî ji bo betalkirina serlêdanê rêyekê ji xwe re dibîne.
Mesele ew e ku di hişmendî de li hemberî kurdan dijminatî heye. Tenê ne li hemberî kurdan li hemberî nasnameyên derveyî tirkîtiyê hişmendiyeke faşîst heye. Li Tirkiyeyê nasnameyên ku têne qebûlkirin nasmeya tirk û misilmantiya sunî ye. Ji derveyî vê heke nasnameyeke doza maf bike ew wekî ‘dijmin’ tê pênasekirin. Li gorî dadgeha bilind, ji ber ku kurd dijminin, Taybet Înan jî jineke kurd e, ew bûyerên bi serê wê de hatine heq e. Ji ber ku nikare vê hişmendiya xwe ya qirêj vekirî bîne ziman, vê carê jî biryara xwe li gorî zagonên hiqûqî dixe çarçoveyekê. Wezîrê Karê Hundir ê tirk ê berê S.Soylu ji polîs û eskeran re digot “Hûn tiştê hewce dike bikin, hiqûq dê piştre were.” Soylu ji peywirê hate girtin, lê niha di serî de dadgeha bilind bi giştî daraz bi heman ferasetê tevdigere. Dadgeh bi vê biryarê ji polîs û eskeran re dibêje “Ez li pişt we me.”
Îro serokê dadgeha bilind di axaftina xwe de behsa giringiya serlêdanên ferdî kir. Mafê serlêdana ferdî wekî yek ji xalên girîng a hiqûqê tirk anî ziman. Herwiha dibêje: “Di 13 salan de 700 hezar serlêdan hatine kirin.” Lê ji van serlêdanan çend siyasî ne, çend ji ber diyarkirina ramanê siyasî hatine kirin, çend ji van bi erênî, çend heb bi neyînî bi encam bûne, behsa wê nake. Ji ber ku piraniya dozên fikrî bi redkirinê bi encam dibin, naxwazin behs nakin.
Li Tirkiyeyê mafê şîn û rêzgirtina ji miriyan re her dem tê binpêkirin. Kuştin û windakirin li aliyekî, rêza ji miriyan re jî tune. Herwiha malbat bi dilekî rihet nikarin şîna xwe jî bigirin. Herî dawî li Cizîrê polîsan êrişî darbesta gerîlayê HPG Ferhat Tunç kir û piştî definkirinê destur neda malbat li mala şînê, taziyeyan qebûl bike. Ferhat Tunç berî 8 salan şehît ketibû. Dewletê piştî 8 salan hêj nû cenaze da malbatê. Ligel vê jî hem destura definê neda hem jî nehişt malbat li mala şînê tazîye dayne.
Di 6ê îlonê de înîsîyatîfa ji mirî re rêzgirtin li Muşê panelek li dar xist. Di salonê de li ser pankartekê wiha dinivîsî: Riya diçe aşîtiyê di rêzgirtina ji miriyan re derbas dibe. Heke daraz dixwaze bi rastî aştiyek pêk were hewce ye êdî xwe ji hişmendiya faşîzane rizgar bike.