1 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dara gûzê ya Med-Derê

Bihar e, bayekî hênik tê, dengê çûkan, cinetê bi bîra mirov dixe… Hewşaka têra xwe mezin… Fotoyên mezinên kurdan û flamayên bi zazakî û kurmancî li dora dara gûzê edilandine.

‘Mirov bi zimanê xwe binivîse, mirov piştqewî ye, dengbilind e’. Ev gotin li binê daregûzê hat bîra min ku belkî sedsal emir kiribe li vî welatî. Ev dar li hewşa avahiya Med-Derê ye ku ew li taxa Gazîlera û li cihekî xewlê ye. Di ziman de, pîleya herî bilind, nivîs e. Eger mirov bi zimanê xwe karibe biaxive baş e, bi zimanê xwe bixwîne baştir e lê mirov bi zimanê xwe binivîse, baştirîn e.

Cara pêşî hesta nivîsê di sala 2004an de, bi min re çêbû, belkî nikaribim kêliya destpêkirina vê hestê zeft bikim, lê bi qasî tê bîra min, sala 2004an bû û ez li dibistana seretayî, li pola 4an bûm. Di warê edebî de, ceribîn bû nivîsa min a yekem. Bi kelecan, min rakir nivîs û bir ba mamosteya zimanê tirkî. Nivîsa min xwend, nirxand û got: ‘Neket serê min’. Bi tenê got: ‘Neket serê min!’ Ne got ku divê tu têr bixwînî yan jî divê tu bi zimanê xwe binivîsî. Ev ziman li te nayê.’ Na! Ne tişt kir û ne jî got! Berê min neda xwendin û nivîsandinê. Loma min dev ji nivîsê berda, heta sala 2013an, min qet behsa nivîsê nekir bi taybetî ji xwe re… Lê xwestek û daxwaza nivîsê bi min girt tu carî dev ji min berneda. Kela dilê min sar nedibû, her ez pê diêşiyam. Min baş dizanibû, divê ez binivîsim lê çawa? A rast bi min şaşiyek jî hebû. Lê ez tênegihîştim, şaşî çi bû. Kêmxwendin bû gelo? Belkî… Lê ev diviya bibûya kêmanî, ne şaşî. Li gor min şaşî tiştek din bû. Lê çi?

Bi qasî deh salan ez bêdeng mam, heta di sala 2013an da, li Kurdî-Derê, dema ez fêrî xwendin û nivîsinda kurdî (kurmancî) bûm, min fêm kir, erê şaşî heye û şaşî bi xwe çi ye jî: Erd kurdî bû, lê min qesta avahiyeka ne bi kurdî dikir. Ev nakokî bû: Erd û erazî kurdî be, xanî û avahî bi tirkî nabe! Kurdî-Derê vê xeletiyê bi min da nasîn. Wê kir ku çiqînê ji nava serê min biçe. Werqilîm! Tişteka ku min bi salan di dilê xwe de xweyî dikir lê rê û rêbaza derbirîna wê nedizanîbûm ew bû.

Wisa li hev hat ku salên navbera 2013-2016an, ez li cihekî rast bûm êdî. Ne bi tenê ez, tevî pênc hezar şagirt, gupe gupa dilê me bû, em bi heyecan û eşqa fêrbûna zimanê xwe serxweş dibûn. Pênc hezar şagirt, ji bo axaftin, xwedin û nivîsindina zimanê xwe, berê xwe didin Tesîslerê avahiya Kurdî-Derê. Xwendarên Zanîngeha Dîcleyê, xebatkar û dilsozên saziyên çand û hunerê yên wekî Cegerxwîn û Aram Tîgran, saziyên çapemeniyê û herwiha gelek kurdîhez û dilsozên zimanê kurdî, di pêşbaziya kursên Kurdî-Derê de bûn. Pol bi pol, ast bi ast, me bi hev re qayiş dikişand. Lê qayişkişandineka muazzam bû. Ev bêhtir moral û motîvasyona me zêde dikir. Armanca me xurt dikir. Yek ji wan qiblegehên me bû Kurdî-Der, hol hola me bû.

Rênîşan bû, derfet û îmkanên cur be cur dida me. Fêrgeh, dibistan tewerê mirov dikare bibêje zankoyeka qedîm bû. Hem rêya xwenasînê hem jî zimannasînê bû. Ji her dever û herêmên bakurê Kurdistanê kurd û kurdîhez li vir diciviyan. Ji çayxaneyê heta polên dersan, nivîs û îşaret bi kurdî bûn. Piştî ewqas salên qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê, mirov dikare bibêje ku Kurdî-Der wekî xewnekê yan cineta derewîn bû.

Ez jî li vê cinetê bûm. Pêlên nava dilê min wekî pêlên okyanûsan bilind dibûn ku kefa spî bi ser diket. Her roja Kurdî-Derê şahî bû, şahî. Me bawer nedikir, dawiya hefteyan li me bizivire ku em berê xwe bidin vê qiblegehê. Her cara ku min bi zimanê xwe dixwend, li xaçerêyên jiyana min a borî rê bi rê dimeşiyam, girêkên nava serê min ji hev vedibûn, hêdî hêdî min xwe azad hîs dikir. A rast, ziman azadî bi xwe ye.

Lê cesareta min ya nivîsê tune bû bi rastî heta piştî fêrbûna xwendinê, sala 2015ê bê hêvî bûm. Min hewl dida binivîsim; peyamên xwe, karên xwe yên rojane bi kurdî ragihînim. Lê zehmet bû, xîret, îrade û israr lazim bû. Lê baş e ku înada min zêde û îradeya min jî xurt bû.

Îro jî li binê dara gûzê ya hewşa Med-Derê, li wan rojên borî difikirim. Bihar e, bayekî hênik tê, dengê çûkan, cinetê bi bîra mirov dixe… Hewşaka têra xwe mezin… Fotoyên mezinên kurdan û flamayên bi zazakî û kurmancî li dora dara gûzê edilandine. Şagirtên ku tên vê hewşê, mamosteyên ku tên vê hewşê, bi rastî ew li cihê rast in. Nava çavên wan dibiriqin, belkî ew hay jê tunene. Meşa wan, çente û tûrikên destên wan, defter û qelemên tê de. Amûrên şoreşê ne. Ax jî kurdî ye, avahî jî kurdî ye; Med-Der e. Kenê li ser lêvên wan, kêfxweşiya dilê wan, zimanê devê wan… hêvî ne bi tenê duh Kurdî-Der bû, îro jî Med-Der e.