12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dara berxwedêr: Berû

Fariz Firaz

Her darek xwedî taybetmendiyek e. Her darek xwedî çîrok û dîrok e. Xwedî team û sûdek e. Li Kurdistanê gelek cûreyên darên nebatan hene. Yek ji van daran jî Berû ye. Berû dareke berxwedêr û bi hêz e.

Li cîhanê her ax û erdnigarî li gorî xwe candaran diafirîne. Li welatê me Kurdistanê jî berû, mazû, benav, kevot, şehînok, êrvist, qaç, çinar, zergoz, bî, spîndar û bi dehan cûreyên darên din ên biber û bêber hene. Wek karçik, gihûş, kizwan, fistaq, behîv, goz, mêw, sêv, xox, mijmij, hilû, hejîr û hwd. Her yek ji van jî gelek cûreyên xwe lê çêdibin.

Her çiqas li ser vê axê bêhesap cûreyên daran şîn dibin jî, dara sereke ya nav û dengê xwe dide welatê me Berû ye. Berû, ji Merîwanê heta Dîlok û Efrîn, ji Meletiyê û Qersê heta Kerkûk û Mûsilê li seranserê welête me heşîn dibê. Li zozan û çiyayan, li mêrg û latan, li gelî û newalan best û bilindahiyan, li hemû deverên welêt heşîn dibe.

Dara berû dareke bi ber û berekete. Çilo yê wê weke alif didin pezê qer. Bizin ji çiloyê pê pir hez dikin. Tenê li Botanê salê bi hezaran gurzên çiloberû dixin dêzeh û zivistanê wî çiloyî didin bizinan. Disa payîzan dema berû çêdibin xwediyê pez diçin çiyê û berûyan diweşînin kom dikin û tînin, zivistanê didin pêz. Ji wan berûyan hinek şêrîn in û mirov dixwin.  Di demsala zivistanan de mirov gelek caran têxistin nava terafa tifik û sobeyan û dixwin. Pêşiyên me berê di salên xelayê de berû dibirin êş û dikirin arvan û nan. Piştre nanê berûyan dixwarin. Ji berê ve di avahiyên gundan de qurmê berûyan dihat bikaranîn. Zû bi zû kurm nadin dara wê û kêzik û mêşik nakevin nava darên wê. Li dijî agir bi hêz e. Komira wê jî ji ya darên din çêtir e.

Yek ji darên herî zêde şîn dibin û têne nasîn jî Dara Berûyê ye. Li ser dara berûyê gelek çîrok hatine gotin. Beriya ku em derbasî hin çîrokên li ser wê hatine gotin bibin, divê em berê hinekî dara berû nas bikin.

Werin em bi hevre dara berû nas bikin:

Berû, berî an darberû navê darên emirdirêj a ji malbata Narewanan e. Jîngeha darberûyan derbasî herêmên Deryaya Navîn heta çiyayên Zagrosê dibe. Kevnarbûna darberûyan ji hezar salî zêdetir e.

Dara berû darek pîroz e. Dema Dara Berûyê tê gotin hêz û jiyan tê bîra mirov. Remza hêz, jiyan û berxwedanê ye. Hem axê û hem hewayê diparêze. Darek pir berxwedêr e. Dostê derdorê û oksîjenê ye. Sembola xwedavend û xwedayan e. Her tim xwe nû dike û diafirîne. Li dijî agir û birekan xwe diparêze  û berxwedêr e.

Dara Berû li ser rûyê cîhanê pir zêde şîn tê. Ji avê û germê hez dike. Nêzî 400 cureyên Dara Berûyê li ser ruyê cîhanê heye. Hin darên berû hene çar demsalan pelên wan naweşe. Çardemsal şîn in. Şax û qurmê wê pir bi hêz in û zû bi zû naşikê. Li Kurdistan û Tirkriyeyê nêzî 20 cureyên Berû hene. Berûyên bizinan, berûyên domizan, berûyên Kermes û gelek cureyên din.

Temenê Berûyê pir dirêj e. Heta nêzî 400 salan dijî. Teamê vê Berû ye. Dişibin şanbelotan. Hinek ji wan zirav û dirêj, hinek ji wan qut û girover in. Bi piranî li erdnîgariya çiyayî û berf şîn dibin. Ji gelek zindîwer û giyaneweran re malovaniyê dike. Gelek cûreyên çûk û kêzikan di nava darên wê de dijîn.

Li çiyayê Cûdî, Gabar, Bagok, Licê, Sason, Kato, Heftenîn, Çewlîk, Artos, Mereto, Metîna, Zagros, Toros, Amanos, Bêzar, Nemrûd û gelek çiyayên Kurdistan û Tirkiyeyê şîn dibin. Bi taybetî li çiyayên ku berf û barana wan zêde bin şîn dibin. Li dijî ba, bahoz û bageran darek pir bi hêz e.  Gelek daristan hene tenê ji darên berûyan pêk tên.

Dara Berû pir hişk e. Êzingên wê pir giran û zexm in. Agirê êzingên wê pir bi tîn û karbona wê pir zêde ye. Li Kurdistanê êzîngên dara berû bi piranî ji bo firinên nan tê şewitandin. Nanê agirê dara berû pir bi team e. Berû di boyaxê de wekî berhemeke pir hêja ye. Cilo û berû wekî êmê sewalan jî tê bikaranîn.

Ji ber êzîngên Dara Berû pir zexm û hişk e, xerat vê darê ji bo alav û amûrên malan jî bikar tînin. Hin kes ji qalikê dara berû çayê çêdikin û hin di parfumê de jî bikar tînin.

Dara berû di aliyê tenduristiyê de darek pir bi bereket û derman e.  Li hin herêman ji qalikê dara berû çayê çêdikin û ji bo gelek nexweşiyan derman e. Qalikê dara berû di aliyê proteîn û vîdamîn de gelek dewlemend e. Gelek nexweşiyan bêtesîr dike. Hem birînan zû rehet dike û hem jî li dijî kêmê derman e. Pelê wê û qalikê darên wê li dijî xwîdana dest û piyan derman e. Di aliyê karbonhidratê de dewlemend e.

Ji fêkiyên wê re dibêjin pelût, pelît, belot yan jî şambelot.

Tê gotin ku demên berê Qehweya berûyan jî dihat çêkirin. Barû tehl in. Gava ku ew hişk dibin, tehlîtiya wan zêdetir dibe. Weke behîvan e. Gava ku hêşîn in, têne xwarin û piştre, ´ku weke behîvan hişk bûn, Qaşûlên wan jî têne xwarin û li ser êgir têne biraştin û xwarin. Ku berû, hatine biraştin, rûnek jê tê. Ew rûnê wê, bi mînaraliya xwe pir zêde tê nasîn. Bi taybetî, li Kurdistanê li dora Cizîrê, Nisêbînê û hwd, pirr zêde hene.

Mirov ji birçîbûnê rizgar kiriye

Di pêvajoyên dîrokê de dara berûyê şibandine bedena xwedawendan. Ji bo ebedîbûn û bêmiriniyê peykerên xwedawendan ji dara berûyê çêkirine. Heya demekê cezayê birîna dara berûyê kuştin bû. Hinek pêvajoyan jî dema ku kes neçar bibe darek berûyê jêbike, divê di cihê wê de teqez yekî nû biçîne. Di mîtolojiyan de jî timî tê dîtin ku herçî dar dema bê birîn cezayê wê heye. Li ser goristanan çandina darên berûyê jî ji wê kevneşopiyê tê. Di baweriyên qedîm de weke dareke pîroz hatiye dîtin. Berû hevalên rojên teng in, herî dawî di sê mehên ambargoya Geliyê Qiyametê û Deşta Etrûşê li ser penaberên ji bakurê Kurdistanê hat meşandin de rola xwe ya dîrokî lîstiye. Ne ji berûyan bûya dibe ku nîvê penaberan di Geliyê Qiyametê de ji birçîna bimriyana. Jixwe ji navê wê diyar e di gelek qiyametan de bûye stargeh û pişta welatiyan girtiye.

Sembola hêzê ye

Di mîtolojiyan de jî dara berûyê xwediyê girîngiyek mezin bûye û di nivîsan de cih girtiye. Di baweriyan de wekî hêzê cihê xwe girtiye. Li gorî hinek efsane û çîrokan keçên van daristanan hebûne û bi navê Dryad dihatin zanîn. Dibe ku koka peyva dar ji navê keçên daristanê yên wê demê ketiye zimanê me. Ji vê gotinê jî diyar dibe ku ew dareke qedîm a destpêka jiyanê ye.

Li ser erdnîgariya Mezopotamyayê ji dîrokê heya niha neslê xwe li hemberî hemû talan û wêraniya xwezayê domandiye. Her ku di operasonên li ser Botan û Zagorosan de dagirkeran agir bi daristana wê xistine saladinê carekdin ji kolên xwe şîn bûye û bi înad hebûna xwe domandiye.

Hunermend Kijan Ibrahim Xeyat jî li ser bedewiya wê distire û bi strana xwe ya bi navê dara berû dildariya xwe ya ji bo dara beruyê pênase dike.

Em ê li vê derê behsa teybetmendiyeke din ya dara berû bikin. Ew jî berxwedêriya wê ya jiyanê ye. Belkî dinyayê de kêm dar hene ku ewqas ber xwe bidin. Teybetmendiya vê darê ya sereke; inyata wê ya jiyanê ye. Ev dar, çiqas tê birîn ew qasî zêdetir dibe. Çiqek tê jêkirin, şûna wî çiqî bîst şîn dibin. Darek tê birîn, li ber qurmê wê darê sed ta tehr didin. Çiqas tê birîn û ewqas zehftir û geştir dibe. Dema agir bi darîstanê dikevê û darîstan dişewite, sala din cihê şewatê weke dexlê çandî şîn dibê û şûna her darekî sed dar tehr didin û her der dibe kerx û devî. Vaye sêh-çil salin, çiyayên me têne şewitandin, lê welê jî cihên şewat pêketî disa şîn û kerx û devî ne. Gelek cureyên din nemane, lê darên berû ne ji qurmê xwe, lê ji rayê xwe şîn bûne.

Me got; ax çibe candarê li ser jî ew in. gotineke din heye. Dibêjin: “tu çi bixwî tu ew î”. Bi hezar salan e pezê me çiloyê dara berû dixwara û me jî şîr û goştê wî pezî. Dîsa berûyên me didan pêz me jî dixwarin. Nexwe em jî weke dara berû ne. Çiqas em bêne kuştin û bêne qirkirin jî disa em ê li ser koka xwe heşîn bibin. Dostekê min ji mala Eliyê Ûnis hebû, bi gotina mamê xwe digot: “Keko netirse, em hêjîrê tehtê ne…” Ez jî dibêjim em dara berû ne.

Li vê derê divê em balê bikêşin ser tiştek din; bi jêkirin û birrîn û şewitandinê dara berû naqelê, lê dema rayên wê bên hilkirin dar namîne. Mixabin van salên dawî, li gelek deveran min dît ku bi kepçeyan daran ji ra ve hildikin û wan qurm û rayên daran jî tînin, dişewitînin. Heyf û sed mixabin ev jî bi destê Kurdan tê kirin. Destik ji dara berû ye. Dîsa rayê mirovan jî zimanê wan e û îro me bi rayê xwe girtiye û em ji bin axê derdixin (em bi zarokên xwe re Kurdî naxivin ku ew rayê xwe ve bimînin) Û ew ra jî li wê derê qut dibe. Destik? Destik em bi xwe ne. Ji dara Berû…

Rêber Abdullah Ocalan bi boneya roja 4 Nîsanê di sala 2004’an silavê xwe ji her kesî re dişîne û van peyaman dide; “Mîna dara Berû ya 15 hezar salî me. Dara Berûyê pîroz e. Ger çiqilkê min bêne qut kirin jî, min biberidînin jî, hin pelên min biweşin jî, kokên min di kûrahiya dîrokê de ne. Ji ber wê ye ku cardin dikarim xwe biafirînim. Bi wesîleya vê rojê cardin silavê xwe bi taybet ji bo jinan, ji bo giştî gelê xwe dişînim û dixwazim vê bînim ziman; ger gelê Kurd, vê rojê wek zayîna xwe bi nav dike, divê her derê bi çandina darên Berûyê, şîn bikin. Çiya, kevir, divê her derê şîn bikin. Ji ber sedsala 21. sedsala ekolojîk e. Bi vê wesîlê ji we re pêşniyar dikim, li her derê darên Berûyê biçînin. Kes nikare bêje; “Berû neçîne…”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê