Di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê demekî yê Sûriyeyê El Colanî de, di 10ê adara 2025an de lihevkirinek hat imzekirin. Her aliyek ji aliyên lihevkirinê armancên wan yên cuda ji vê lihevkirinê hebûn. El Colanî ketibû nava tewanbariyan. Piştî komkujiyên li dijî elewiyan, rastiya hewldanên wî ji bo bidawîkirina şer di Sûriyeyê de û derbaskirina zihniyeta kîn û tolhildanê ketibû nav gumanan de. Di milekî din de û di nav germahiya komkujiyan de amadekirinên Tirkiyeyê û grubên çekdar yên pê ve girêdayî hebûn ji bo dagerkirina rojavayê Kurdistanê û di deverên Xweseriya Demokratîk de plana şerê kurd-ereb dabûna pêş, jixwe di Reqa û Dêrazorê de tevlihevî destpêkiribûn, anku rewşa şerê navxweyî hatibû amdekirin. Lewra lihevkirina di navbera El Colanî-Ebdî de hat îmzekirin. Piştî lihevkirinê gelo danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, di navbera HSD û Colanî de wê ber bi ku ve here û çi encaman bi xwe re bîne? Pir cihê gumanane, çimkî danûstendin di navbera du proje û zihniyetên tersî hev de ne, rewşên siyasî û guhertinên di deverê de ew ferz kiriye.
Alternatîfa El Esed tunebû yan jî nedixwestin hebe
Di dirêjahiya 14 salan ji krîza Sûriyeyê, mûxalefeta li hember rêjîma El Esed nebû bersiv ji daxwazên gelê Sûriyeyê re. Yên di çarçova azadî, wekhevî û demokrasiyê de bûn li tersî wê bû bersiv ji ecendeyên Tirkiyeyê û Qeterê re, û hin jî bûn bingeh ji hembêzkirina rêxistinên mîna El Qaîde û DAIŞê re. Di encamê de hem rêjîma El Esed di nav xwe de riziya û hem jî mûxalefet di nav xwe de bêwate ma. Mijarên demokrasiyê, wekheviya gelên Sûriyeyê di rojeva wan de nema. Li şûna wê tewanbarkirina hevûdû, gawirkirina pêkhateyan, guhertina armancan ji hilwwşîna El Esed ber bi jiholêrakirina gelê kurd û ferzkirina sîstemeke îslama radîkal li ser Sûriyeyê û belavkirina zihniyeta Îxwanelmuslimîn û cîhadistan cih girtiye. Ev rewş ketiye xizmeta jihevxistin, wêrankirin û nebawerkirina pêkhateyên Sûriyeyê ya ji hev, ketiye xizmeta dewletên herêmî û hin hêzên navdewletî û temenê krîza Sûriyeyê dirêj kiriye. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de alternetîfeke demokratîk, pir reng, wekhevî, anku xweseriya demokratîk bi zihniyeteke demokratîk û li ser bingehê wekheviya gelan hatiye avakirin. Lê belê herdem rastî êrîşên mûxalefeta di bin hinceta cudekariyê de hatiye. Tirkiyeyê di bin hinceta terorê de û hin hêzên navdewletî bi hinceta berçavgirtina metirsiyên Tirkiyeyê û berjewendiyên xwe de, êrîş kirine. Hatiye. Ango wek alternetîf nedane pêş, ev tişta bi awayeke sîstematîk hatiye kirin, ku nedixwestin Sûriye têkeve ser rêya çareseriyê û aramiyê. Di 8ê mijdara 2024an de rêjîma El Esed hilweşiya. Piştî hilweşîna rêjîma Beşar El Esed û dawîhatina li sîstema Baas a zêdeyî 60 salî berdewam kir, rengê Sûriyeya nû, mijara demokrasiyê, nenavendîbûn û dawîanîna li şer û pevçûnan ketiyê rojevê. Lê belê yên anîne li ser serdestiya Sûriyeyê tu nirx û pîvanên wan rojevan di xwe de nahewîne û di eynî demê de beşeke ji El Qaîde ne û di lîsteya terorê de ne. Cihê matmayînê jî ewe ku ji wan dixwazin ku demokratbin û hemû pêkhate, ol û mezheban hembêz bike! Sûriyeke nû ava bike! Gelo zihniyeteke cîhadist, çawa demokrasiyê û pirrengiyê bipejirîne! Em dikarin bêjin ku bi sîstematîk alternetîvekî cîhadist li şûna El Esed bicîkirin, ku di xizmeta projeya jihevxistina deverê de be. Sîstemeke mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Şamê bi cî bibe, bêguman dê nekeve xizmeta parvekirina Sûriyeyê de. Serokê HTŞ an jî HTŞê El Colanî, ji nava El Qaîde derketiye, bi DAIŞê re tevgeriyaye, xwe ji DAIŞê cuda kiriye û Cebhet El Nusra ava kiriye û herî dawî jî tevgera xwe bi navê HTŞê bi nav kiriye. Di nav lihevkirineke herêmî û navdewletî de derbasî şamê bûye û xwe weke ferweriya demekî binav kiriye. Li şûna ku hêzên demokratîk alternetîfa El Esed bin, endezyarên nexşekirina Rojhilata Navîn a nû El Colanî kirine elternetîf, ku plana parçekirin û ji nûve dozayînkirina Rojhilata Navîn û Sûriyeyê cîbicî bikin.
Siyasetên neçareserkirinê û ecendeyên navdewletî û herêmî
Bêguman heger xwestina çareserkirina krîza Sûriyeyê li ba hêzên navdewletî hebana, li gorî daxwazên gelên Sûriyeyê, sîstema Rêveberiya Xweser di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, alternetîfa herî guncav bû ji sîstema Baasê re. Lê belê di bin navê ku Rêveberiya Xweser rêveberiyeke kurdî ye wê mijara kurd-ereb ji aliyê dewletên herêmî de bi taybet Tirkiyeyê dê dan pêş û HTŞ û ANS ( Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê) weke parêzvanê yekîtiya axa Sûriyeyê, netewa ereb û weke hêzên niştimanî pesend kiribana û gelê kurd rû bi rûyî qirkirinan hiştibana. Herwiha heger ANS derbasî Şamê kiribana dê bihata wateya ku radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û ev ne di xizmeta Îsraîl, Awrûpa, dewletên ereb û Amerîka de bana. Lewra Şam radestî HTŞê kirine weke hêzeke cîhadist, di lîsteya terorê de ye. Heta dawî negirêdayî Tirkiyeyê ye û amadeyê ta asteke bilind planên navdewletî û Îsraîlê bipejirîne, di eynî demê de nikare tevya Sûriyeyê têxe jêr serdestiya xwe de û her ferweriyeke lawaz bimîne, ku nebe asteng li pêşiya siyasetên Îsraîl û Amerîka di deverê de. Di bin hinceta ku El Colanî xwe guhertiye, zihniyeta belavkirina cîhadê di cîhanê de berdaye, Sûriyeke pirreng wê ava bike û serokekî demekî ye de, derfetên xwemayindekirinê jê re vekirin. Rakirina cezayên navdewletî yên li ser Sûriyeyê, vegerandina têkiliyên bi cîhana ereb re, vekirina dergehê Seredan û têkiliyên bi cîhana rojavayî re û hewldanên rakirina HTŞ û Colanî ji lîsteyên terorê û ya herî giring jî îmzekirina peymana 10 adarê bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî re , ku were wateya amadebûna El Colanî ji danûstendin û pejirandina pêkhate û pirrengiya di Sûriyeyê de. Piştî ku li hember elewiyan komkujî dane meşandin û di encamê de rastiya zihniyet û armancên Colanî di avakirina Sûriyeke îslamî, sunî li ser bingehê şerîetê zelal bibû. Herwiha HSDê jî di rewşekê de bû ku Tirkiyeyê û çekdarên pêve girêdayî, herwiha Îxwan Elmuslimîn û grûbên cîhadist daholên şerekî kurdî-erebî lêdidan û dixwestin HSD weke hêzeke dijberî aştiyê û çareseriyê nîşan bidin. Ji bo rêgirtina li ber şerekî navxweyî, komkujî û rawestandina qirkirina elewiyan HSDê peyman îmze kiriye. Di nav ecendeyên navdewletî de hiştina Sûriyeyê di rewşeke ne zelal, jihevketî, jiyankirina dijberan bi hev re û pêkanîna jihevxistina Sûriyeyê hebû an jî parvekirina hêzdariyê.
Danûstendinên di navbera du zihniyet û projeyên dijber de
Heger em li HTŞ binêrin û rave bikin, HTŞ xwedî zihniyeteke cîhadist e. Li ser bingehê fikra selefî ya El Qaîde ava bûye. Şerîetê bingeh dibîne di rêvebirina civakan de û têgînên mîna demokrasiyê, wekheviyê, pirrengiyê nas nake. Ji derveyî zihniyet û îdeolojiya wê ya cîhadistiyê, hemû muxalifên xwe kafir û jirêderketî dibîne û tunekirina wan xwestekeke xwedayîye. HTŞ di nava civakê de pirrengiyê, çandan, olan û mezheban nabîne û nirx û adetên xwe, çanda xwe bingeh dibîne û pêwiste tevahiya civakê weke wê mijûl bibe, tevger bike, birame û taybetmendiyên xwe yên çandî, olî û exlaqî berdin. Der barê jinan de, jin bi erka anîna zarokan, xwedîderketina li zilam û di malê de mayîn dibîne. Di bin ala îslamê de hevjiyankirinê napejirîne. Xweferzkirin, serdestî û desteserkirinê dide pêş, çi kesên ji derveyî sîstema wan be dijmin e, xayîn e, gawir e. Herwiha kurd, elewî, durzî û şaxûpaxên baweriyan xeterî û komployan li ser xwe dibîne û pêwistiya rakirina wan ji holê girîng dibîne.
Li aliyê din, hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser 180 xulekî tersî HTŞê ye. HSD li ser bingehê Netewa Demokratîk , azadiya jin , wekheviya gelan û nenavendbûnê, baweriyê bi hemû pêkhate, ol û mezheban heye û ji bo jiyaneke hevbeş ya hemû pêkhate, ol, mezheb xebatan dike. Cudahiyê naxe nava çandan, zimanan û azadiya civakan asas digire. Dezgehan jihev cuda dike (dadwerî, cîbicîkarî, zagonsazî) û dûrketina ol ji siyasetê girîng dibîne û li ser bingeha demokrasiyê xwebirêvebirinê di nava civakan de digire dest. Danûstendin û pêkvejiyan bingeha çareserkirina dibîne û di mijara jinan de, jin bingeha civakê û heta dawî şerê zihniyeta zikûrî dike, azadiya jinan, azadiya civakê dibîne.
Heger em van herdû zihniyet û projeyan bidin berhev, dê ne mumkun be hevûdû temam bikin an karibin bi hev re jiyan bikin. Nexwe çima danûstendin û li ser çi dikarin lihev bikin?
Dinavbera herdû zihniyet û projeyan de beramberî
Zihniyeta Baasê ya ku xwe li ser bingeha netewa ereb dida jiyankirin, muxalefeta îslamî çi Îxwan El Muslimîn be yan jî selefî û cîhadist bin ew weke rêjîmeke mezhebî (elewî) dinirxandin. Lewra têkçûna El Esed ji bo xwe serkeftineke mezheba sûnî li hember elewî-şîa girtine dest û demildest de xwe weke dewleteke Emewî pênase kirine. Tevgerên selefî û cîhadist projeya wan a olî ye. Lewra netew, kêmnetew, pêkhate û çandan nasnakin di îdeolojiya wan de, çi kesê ji derveyî zihniyeta wan gawir e, an wê bi musilman be û an jî wê were tesfiyekirin û niha ew serdestiya li ser Şamê dikin. Elewî di komkujiyê re derbas kirin, di nava xirîstyanan de xwe teqandin, durzî berbat kirin û heqret li wan kirin. Mijara elewî û durziyan bi hikûmeta Şamê re , mijara jiyankirinê bû, lê piştî komkujiyan wergeriya mijara xweparastin û misogerkirina ewlehiya xwe di herêmên xwe de, ta li ba durziyan gihişte asta xwestina mafê çarenûsiyê. Di mijara HSD û Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re, ne tenê mijara jiyankirin û ewlehiyê ye. Mijara proje û pêşeroja tevaya Sûriyeyê ye, lewra beramberiya li ser axa Sûriyeyê, piştî hilweşîna rêjîma El Esed, di navbera du zihniyet û projeyên dijberî hevûdû de ne. Zihniyet û projeya HTŞ û zihniyet û projeya HSD û Rêveberiya Xweser e.
Bi serketina kîjan zihniyet û projeyê, pêşeroja Sûriyeyê jî diyar dike, lewra li dora projeya HTŞ, Îxwan Elmuslimîn, selefî , cîhadist û netewperest disekinin. Herwiha li dora HSD, kurd, elewî, durzî, demokratîxwaz, çepgir û sûniya nerim disekinin. Ango beramberiya heyî di navbera du zihniyet û projeyên dijberî hev de ye, beramberiya di navbera demokrasî , wekhevî, pir rengî û projeya dewleteke îslamî yek reng, yek ol, yek mezheb û şerîtê de ye. Di navbera demokrasî û nedemokrasiyê de ye. Sûriye yan wê dewleteke navendî îslamî û di yek mezhebê de, girtina desthilatdariyê be û an jî nenavendî , pirrengî û pejirandina hemû çand û pêkhateyan be, naxwe danûstendinên di navbera HSD û Şamê de (El Colanî) wê çi encaman bi xwe re bîne?
Danûstendinên dinavbera HSD-Şamê de û encam
Di bin navê ku hebûna ferweriyeke îslamî-sûnî di Sûriyeyê de, dê rê li ber hêzdariya Îran bigire û bibe bendaveke di rûyê grûp û rêxistinên şîî de. Bi piştgiriya Tirkiye, Qeter, El Colanî di komcivîneke grûpên girêdayî Tirkiyeyê ve (rêveberiya çalakiyên leşgerî) di 29ê çileya 2025an de weke serokê Sûriyeyê yê demekî hat hilbijartin (tayînkirin). Bêguman ji bo berdewamiya krîzên di Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, Amerîka, Îsraîl , Brîtanya û hin dewletên ewrûpî bi hinceta ku wan hin merc li ser Colanî danîne (parastina pêkhateyan, şerê li hember terorê, avakirina hikûmeteke hevbeş) rê dane pejirandina El Colanî. Yek ji xalên pejirandinê jî ewbû ku danûstendin bi HSDê re were kirin û HSD bibe beşeke ji artêşa nû ya Sûriyeyê. Bêyî Tirkiyeyê El Colanî nikare danûstendinan bike.
Di cotmeha 2024an de Dewlet Bahçelî banga dawîanîna li terorê kir. Tevî şêweyê banga Bahçelî ya ku doza kurdî neanî ziman jî, lê mebesta wî ew bû ku bêje pêwiste doza kurdî çareser bibe. Lewra banga R.Ocalan a di 27ê sibata 2025 a ji bo dawîanîna li şer bersiv bû ji banga Bahçelî re. Di nava vê rewşê de, Tirkiye ketibû nava projeyeke aştiyê ya nû û bi şêweyê ku PKK çekan deyne û xwe tesfiye bike, nêzîkatî li HSD kir û diyar kir ku pêwiste HSD tev li nava artêşa Sûriyeyê bibe, çekan radest bike û xwe tesfiye bike û bi vê zihniyetê li peymana 10ê adara 2025 ya di navbera Mezlûm Ebdî û El Colanî de nêzîkatî kiriye. Ji 10ê adara 2025an de bi îmzekirina peymanê re û El Colanî pêkanîna peymanê dereng dixe. Tiştên şeklî dipejirîne û pêre jî li ser bêrolkirin û tesfiyekirina Rêveberiya Xweser û HSDê tev digere, bi talîmatên Tirkiyeyê. Lewra civîna ku dihata payîn di tebaxa 2025an de li Parîsê di navbera nûnerên HSD û El Colanî de li darketibana. Di bin zextên Tirkiyeyê de hat redkirin, bi hinceta lidarketina kongra yekirina helwestên pêkhateyan li Hesekê di eynî mehê de, ku kongre weke plan û dijberiyekê li hember xwe nirxandine.
Ji derveyî çi hincetan be, xaleke sereke di biserneketina danûstendinan de ewe ku tu cidiyet an jî xwesteka El Colanî ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk , pirreng û himbêzkirina tevaya pêkhateyan tuneye. Armanca wî ji danûstendina xwemayindekirin, bidemêlîstin, bidestxistina raya giştî û qedandina pirsa bi elewî û durziyan re ye, ango aramkirina aniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi şêweyekî taktîkî û van gavan ji derveyî talîmatên Tirkiyeyê navêje, armanca wî avakirina dewleteke îslamî-sunî ye û ev daxwaza Tirkiyeyê ye jî.
Di encamê de
*Êrîşkirina li ser elewiyan û di pey re jî li ser durziyan, sîstematîk hatiye birêvebirin, ku El Colanî bi piştgiriya Tirkiyeyê, dijberên xwe yeko yeko tesfiye bike. Despêkê ji xeleka lawaz elewiyan dest pê kir. Di pey re jî durziyan kir hedef. Herî dawî jî Rêveberiya Xweser kir hedef. Lewra tu cidiyeta El Colanî ji danûstendinan re dê nebe, him li benda rewşa di Tirkiyeyê de ye (projeya aştiyê) û him jî guhertina rewşên siyasî yên mîna lihevkirina bi Îsraîlê re ye
*Tevî hemî astengiyan wê danûstendin berdewam bin lê bêyî ku tu encamên cidî hebin, carcaran wê were rawestandin, lê di bin zextên navdewletî de wê dûbare danûstendin hebin. Ne El Colanî daxwazên HSD û Rêveberiya Xweser dipejirîne û ne jî Rêveberiya Xweser û HSD wê daxwazên El Colanî bipejirînin. Jixwe him Tirkiyeyê û him jî hêzên navdewletî vê hevkêşeyê baş dizanin, dizanin ku demokrasî û selefî yan jî Îxwan Elmuslimîn dê lihev nekin, lê ev rewş dikeve xizmeta van aliyan de, ku dever tim ne aram û tevlihev be, ta ku projeyên xwe pêk bînin.
*HSD nikare xwe berdewamiya projeya di navbera PKK û Tirkiyeyê de bibîne, an jî çarenûsa xwe bi lihevkirinên di Tirkiyeyê de girêbide. Weke ku Tirkiyeyê dixwaze, lewra li gor beramberiya ku rû dide di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de li ser hêzdariya di Sûriyeyê de. HSD dê bibe beşeke ji hesabên Îsraîlê di lawazkirin û rawestandina Tirkiyeyê de û HSD jî dê neçar bimîne ku ji van hesaban sûdê bigire. Herwiha bixwaze nexwaze dê xwe di nava yekîtiyeke kêmnetew an jî kêm mezheban de bibîne.
*Sûriyeyê dê beramberiya di navbera dû projeyan de jiyan bike. Di encamê de û ji ber pirbûna hêzdariya dewletên herêmî û navdewletî di Sûriyeyê de, dê Sûriyeyê ber bi federalîzim an jî konfedralîzmê de here. Pêkhate û çandên cuda şêweya sîstem, çi bi aştiyane be û çi jî di nava şerekî navxweyî de dê nikaribin di nav Sûriyeyekî cîhadîst de bijîn.