Danişîna doza aktivîsta TJA û endama rêveberiyên herêmî ya demokratîk a HDP’ê, Rojbîn Çetîn dê di 30’ê mijdarê li Dadgeha Cezayên Giran a 2’emîn a Wanê bê dîtin. Rojbîn Çetîn di 27’ê Hezîrana 2020’î de bi îşkenceyê hatibû binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malê de bi kuçikan îşkence li Çetîn kiribûn. Rojbîn Çetîn piştî di bin çavan de jî îşkence lê hatibû kirin li dadgehê bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê ” girtibûn û şandibûn girtîgehê.
Danişîna doza Sîmanûr Pamûk jî dê li Enqereyê bê dîtin
Dîsa danişîna doza girtiya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê Sîmanûr Pamûk jî dê di 30’ê mijdarê de li Dadgeha Cezayên Giran a 2’emîn a Enqereyê bê dîtin. Pamûk, bi sedema ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibû girevê hatiye girtin.