Danezana konferansa “Jinûve Sosyalîzm” ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di 8-9ê Mijdarê de hate lidarxistin, hate aşkerekirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nirxandinên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di demeke ku şerên emperyalîst û polîtîkayên qirkirinê dîsa kûr dibin de, ji bo hevgirtin û têkoşîna hevpar di navbera gelan de derfetên nû çêdikin.
Di metna danezana konferansê de hate gotin ku banga RAbdullah Ocalan a ji bo veguhestina têkoşîna azadiyê ji qada pevçûnên çekdarî bo qada çareseriya siyasî, xwedî girîngiyeke stratejîk e û wisa hate gotin: “Ev hewldan, dê têkilî û hevgirtinê di navbera gelên ku êdî nikarin bi navê xwe biaxivin û ber bi pevçûnan ve hatine arasteyîkirin de, xurt bike.”
Hate destnîşankirin ku konferans “gaveke girîng” e ji bo ji nû ve avakirina têkiliyên têkoşînê yên di navbera gelan de, û haet ragihandin ku gotûbêj di bin sernavên wekî “Dewlet, Demokrasî, Çîn û Nêzîkatiya Sosyalîst”, “Tecrubeyên Dîrokî û Pratîkên Demokrasiyê” û “Perspektîfên Damezrîner Ji Bo Sosyalîzmê” de hatine meşandin.
Di danezanê de hate gotin ku konferansê, bi kombûna beşên civakî yên cuda û tecrubeyên têkoşînê, ji bo “bi hev re û dîsa fikirîna Sosyalîzmê” zemînek çêkiriye.
Encamên konferansê wisa hatin rêzkirin:
“*Kapîtalîzm û baviksalarî mirovahiyê ji newekheviyên kûr, mirinên girseyî, bi birçîbûn, şer û qirkirinê ve mehkûm dike, û hebûna me ya wekî cure û cîhana ku em li ser dijîn ber bi xilasiyê ve dibe.
*Sosyalîzm îro ji her demê zêdetir nûjen e; di wateya lêgerîn û têkoşîna ji bo cîhaneke bêçîn û bêsînor ku zext û mêtingerî li ser gelan, zayendan, cureyan û xwezayê rabe, bêyî ku navên ku di demên cuda de girtiye û dê bigire.
*Wekî mîrasgirên têkoşînên ku mirovahiyê ji serdemên ku yekem car bi newekheviyan ve hate dabeşkirin domandiye, şoreşên sedsala 20emîn û tecrubeyên desthilatdariya sosyalîst ku ji Komûna Parîsê heta Şoreşa Cotmehê, ji Cotmehê heta şoreşên nû û têkoşînên rizgariya neteweyî dirêj dibin, ne tenê ji ber dorpêçkirinên ku rû bi rû man, lê di heman demê de ji ber sedemên navxweyî jî bi dawî bûn. Ev tecrube gelek destkeftiyên mirovî û siyasî ku destnîşan kirin ku serdestiya sermayeyê dikare were hilweşandin û hêz dan têkoşînên bindestên cîhana kapîtalîst, di heman demê de xeletiyên ku nayên înkarkirin jî dihewînin. Rûbirûbûna rexneyî bi dîroka me û rabirdûya me ya têkoşînê re yek ji şertên avakirina pêşerojê ye.
*Heke kedkar û bindest bibin xwediyê rizgariya xwe, têkoşîna sosyalîzmê pirrengiyekê hewce dike ku li gorî cihêrengî û pirçalakiya mîlyonên bindest be. Yekîtiya têkoşîna me dê bi meşa hevpar a beşên civakî yên pirreng, û hem jî kevneşopiyên hizrî û rêxistinî yên cuda yên ku ne tenê hebûn û rewabûna hev nas dikin, lê digerin ku bi têkiliyê dewlemend bibin, pêk were.
*Hate gotûbêjkirin ku ev avaniyên pirreng dikarin bertekeke berbiçav bibînin bi tevlihevkirina yekîneyên demokrasiya rasterast ên ji binî ve hatine rêxistinkirin, wekî komûnên tax, gund û cihê kar, bi avahiyên konfederal ên mezintir re. Di vê çarçoveyê de, tecrubeya konfederalîzma demokratîk a ku Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meclîsên gel ava dike, dikare bibe mînakek berbiçav û heyî ya modelek rêxistinbûnê ya wiha.
*Marksîzm, ku di çareserkirina kapîtalîzmê û nîşandana ku ew bi dîrokî dikare were derbas kirin de û hem jî di rêxistinkirina têkoşînên antîkapîtalîst de cihekî bingehîn digire, pêkhateyeke girîng a mîrasa me ya pirreng û hebûna me ye, ne komek pêşniyarên cemidî ye, lê avahiyeke ku bi xwe re diguhere di têkiliya bi astên cuda yên pratîkê re, û xwe ji diyalektîkê dûr nagire. Helwesta rexneya bêrehm a her tiştê heyî, ji hundir û derve li hemberî wê vekirî ye.
Berpirsiyariya pratîkên desthilatdariyê yên bûrokratîk û xirabûyî û şîroveyên xav û daxistî yên ku di bin bandora wan de hatine çêkirin, nikare li Marksîzmê were barkirin.
*Tevî ku nakokiya ked-sermaye hebûn û girîngiya xwe diparêze, dînamîkên têkoşîna civakî, xwedîgiravî û dîtinên cîhanî yên ku li ser rêzek nakokiyên din ên pê re girêdayî ne, wekî femînîzm li hemberî baviksalarî û tevgerên LGBTİQ+ li hemberî heteronormatîvîte, di nav bargirên têkoşîna wekhevî û azadiyê de ne.
*Têgihîştinên xweser û perspektîfên têkoşînê yên bindestên li her erdnîgariyê, yên ku li ser rûbirûbûna wan bi kapîtalîzm û baviksalarî re bingeh digirin, hêja ne, temamkerê hev in û ji bo asoyek têkoşînê ya gerdûnî neçar in.
*Li ser bingeha pratîka Tevgera Azadiya Kurd ku karîbû rêxistinbûn û arasteya xwe ya dîrokî biparêze li hemberî zehmetiyên ku di qonaxên dîrokî yên ku di demek kurt de li pey hev hatin, ne tenê ji ber êrîş û qirkirinên bêrehm, lê di heman demê de ji ber hilweşîna di zemînên têkoşînê û rêzkirina hêzan de, lêpirsîn û pêşniyarên ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatine vegotin û vebûna wî li hemberî tecrubeya gelên cîhanê, vekirina wan ji gotûbêjê re di navbera gelên ku li lêgerîna têkoşîneke hevpar de ne, dê bibe tevkariyeke watedar ji bo bindestên cîhanê, nemaze li erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê.
*Hate tekezîkirin ku armanca bidawîkirina mêtingeriyê, ku wekî pergaleke cîhanî hatiye rêxistinkirin, tenê bi yekbûna têkoşîna ku dê li welatên takekesî were dayîn di asteke cîhanî de pêkan e. Ji ber vê yekê, têkoşîna kedê û bindestan pêwîst e ku bi şêwazên li gorî xwezaya wê ya pirreng di asteke navneteweyî de were rêxistinkirin.
*Di serdemekê de ku mêtingeriya mirov ji aliyê mirov ve mirovahiyê ber bi xilasiyê ve dikişîne, em li ser sosyalîzmê israr dikin, ku ne tenê gengaz e lê ji bo hebûna me neçar û bêpaşxistin e; em careke din diyar dikin ku em vîna meşandina têkoşîna sosyalîzmê bi beşên herî berfireh re, di rewşa an sosyalîzm, an jî barbarî de, lê xwedî derdikevin.”
