Wekî em dizanin tîma futbolê ya Dalkurdê di sala 2004’an de ji alî kurdan ve wekî tîmeke profisyonel ya futbolê hate damezrandin. Dalkurdê dikaribû di sala 2017’an de xwe bigihîne lîga yekemîn û cihê xwe di nava tîmên wî welatî de bigire. Îsal jî di liga sêyemîn a tîmên Swêdê de bû şampiyon. Me xwest ku der barê xebatên Dalkurdê de bi serokê Dalkurdê Remezan Kizil re hevpeyvînekê bikin.
Di destpêkê de em we pîroz dikin, tîma we ya Dalkurd li Swêdê îsal di lîga sêyemîn de bûye şampiyon, tu karî ji kerema xwe behsa vê serkeftina tîmê bikî? Di kîjan astê de bû, çend tîm tev li pêşbirkê bibûn?
Li welatê Swêdê sezona futbolê ne wekî ya welatên din e ji ber ku zivistan û havînên wî welatî hinekî cudatirin ji welatên din. Li Swêdê sezon di meha nîsanê de dest pê dike û heta meha 10-11 berdewam dike.
Par me di lîga sêyemîn de dilîst di vê ligê de 15 tîm beşdar bûbûn, me di vê lîgê de serkeftineke baş bidestxist û em êdî derbasî lîga duyemîn bûn. Di dawiya sezonê 2 tîmên ku mabûn dawî, me 2 leystik bi hev re lîstin û di herdu leystîkan de tîma me bi ser ket.
Tu dikarî ji kerema xwe hinekî behsa pêvajoya destpêkê ya avakirina tîma futbolê ya Dalkurdê û armanca avakirina wê bikî?
Di destpêkê de ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê ku em anku kurdên li diyasporayê dijîn di wê ferqê de ne ku em ne bi dilê xwe ji welatê xwe derketine. Çi ji ber sedemên polîtîk be çi ji ber sedemên aborî be di encamê de tu ne bi dilê xwe ji welata xwe derketiyî. Sedemên wê jî ew dagirkerên ku welatê te dagir kirine nahêlin ku tu li welatê xwe rihet bijî û zext û zordariyê li te dikin. dema ku em çûne Ewropayê bi rastî jî me gelekî zelal didît ku derketina ji welat ne bi dilê me bû û ew ên ku em dest ji wan berdidin jî ne bextewarin. Ew ên ku tu wan li paş xwe dihêlî xuşk û birayên te ne, dost û hevalên te ne, welatiyên te ne û ne bi dilê wan bû jî ku em dûrî welatê xwe ketin.
Bêguman armanceke dewletê jî ji vê koçkirinê heye, li her çar parçeyên welat jî wiha ye, armanc ew e ku welatê te bi te bidin jibîrkirin, gel ji hev belav bike û heta dewletê jî hinekî çavên xwe digirtin ji bo kesên ku derdiketin derveyî welat. Ew wiha difikirîn ku ji ber welatên Ewropayê welatên pêşketî ne û kurd li wir dê di nava çand û kultura wan welatan de winda bibin û wiha jî dê ji kurdan xelas bibin. Lê wan desthilatdaran hertim tiştek jibîr dikir ku bi saya şoreşa li bakurê welat û pakrewaniya ku li bakur dihate kirin, wan nizanibû ku em ne tenê 6 hezar kîlometre lê sed hezar kîlometre jî dûrî welatê xwe bikevin dîsa em ê li xwe vegerin, xwe nas bikin û bêjim em li vir in. Îca em dikarin bibêjin armanca me bi zelalî ev bû: tolhildana ji wê koçberiya bi darê zorê bû, ew koçberiya ku ne bi dilê me bû. Ya duyemîn jî tu li ku dibî bila bibî ger bixwazî tu dikarî hin tiştan bikî. Tu dikarî ji boyî xwe û derdora xwe di bin banê netewî de gelek tiştan bikî. Dema ku mirov bala xwe bide ked û tekoşîna li welat di bin şertên ewqas zor û zehmet û bi bedelên giran tên kirin, wê gavê hin erkên netewî dikevin ser milê mirov û divê mirov jî hin kar û xebatên layiqî wê têkoşînê bike. Bi kurtahî mirov dikare van herdu armancan wiha binav bike. A yekemîn tolhildan bû û ya din jî tu li ku dibî bila bibî tu dikarî hin kar û xebatên hêja ji bo gelê xwe û welatê xwe bikî. Ji ber ku tu endamê neteweyeke bindestî hin erk û peywîr dikevin ser milên mirov.
Navê Dalkurd tê çi wateyê?
Navê Dalkurdê bi hêsanî ji navê herêmeke Swêdî tê ew jî herêma Dalarna ye. Me xwest ku em bêjin Kurdên Dalarna lewre DALKURD kurtasiya navê Dalarna û kurd e. Wekî din jî li welatê Swêdê ew derfet heye ku mirov li ser erf û adetên xwe bi zimanê xwe û bi navê xwe saziyeke fermî ava bike. Bi rastî ew nav wekî spasiyekê bû jî ji gelê swêdê re ku ev derfet dane me lewre me navê wê herêma swêdî û kurd anîn ba hev û navê DALKURD’ê li saziya xwe kir.
Wekî tê zanîn Dalkurd ne tenê tîmeke futbolê ye, lê ji bo kurdan dikare li wî welatî hin kar û xebatên din jî bike, hûn wekî Dalkurdê ji bilî xebatên tîmê çi xebatên din dikin an na?
Li gorî baweriya min bi rastî em kurd di alî saziyan de gelek kêmasiyên me hene. Me xwest ku em Dalkurd di vî warî de wekî modelekê pêşkêş bikin. Ango me xwest em saziyeke netewî, li ser esasê xwe û li gorî pêwistiya wê saziyê bi çi heye, me xwest em saziyeke wiha ava bikin. Me xwest ku ne li gorî xwe lê li gorî pêwistiyên saziyekê were avakirin.
Me xwest bi riya Dalkurdê sûdê ji derfetên ku li wî welatî hene bigirin û saziyeke nimûne ava bikin. Dema ku me Dalkurd ava kir em wiha fikirîn: gelek an jî neteweyeke ne tenê li ser yek stûnî netew e. Lewre gelek stûnên neteweyekê hene. Aliyê leşkerî û şer heye, aliyê siyasî, aliyê çand û hunerê heye û ev alî tev hev temam dikin. di aliyê çand û sporê de aliyekî kêm hebû, me jî xwest ku wî alî tijî bikin û saziyeke wiha ava bikin. Bi wê yekê me xwest ku em ji derfetên ku li wan welatan hene bi rengekî herî zêde jê sûd werbigrin û di encamê de me ev kulub ava kir.
Bi rastî jî armanca me ji avakirina vê saziyê ne tenê futbol bû, heke tenê futbolbûnba, bawer bike min bi xwe ewqas sal tê de kar nedikir. Lê di rastiya xwe de me futbol ji xwe re kir alav an jî hincet ku em bikarin bi riya vê saziyê tiştekî ji neteweya xwe re bikin.
Lewre jî armanc ji derveyî futbolê jî hebûn ew jî mirov dikare wiha rêz bike: Avakirina saziyeke bi rêk û pêk, xwedîderketina li ciwanên xwe, armanc profisyoneltî be û xwedîderketina li nasnameyê bû. Bi rengê xwe û nasnameya xwe saziyeke fermî ava bike û di bin wî banî de kar û xebatên xwe bike. Her wiha di encamê de jî me xwest ku Dalkurdê bibe lobiyeke kurdan.
Wekî mînak jî ez dixwazim behsa çend xebatên Dalkurdê bikim. Di dema erdheja Wanê ya sala 2012’an de me çalakiyeke gelekî bi rêk û pêk kir, her wiha di dema şerê wehşeta DAIŞ’ê ya li ser Kobanê dîsa hem wekî sazî hem wekî kes me gelek çalakiyên cuda pêk anîn û gelek xebatên din ên wiha. Bi gotineke din ez dikarim bêjim ku em tenê li pey wê yekê ne ku em bi futbolê bilîzin, em neteweyek in ku têne inkarkirin û her tiştê me tê qedexekirin û divê em li hember wan kiryaran kar û xebatên hêja bikin.
Xuyaye ew zext ne tenê li welat lê derveyî welat jî caranan tên kirin, wekî mînak: Demekê me bihîst ku şirketa hawayî dixwaze sponsoriya tîma we bike, paşê hin destwerdan çêbûn, gelo ew çima neçû serî?
Dema ku tu saziyeke kurd ava bikî û bi rengekî navnetewî kar û xebatan bikî û werî naskirin, bêguman ew kesên ku zordestî li te kirin û xwest tu biçî Ewropayê ji bo tu bihelî û dest ji nasnameya xwe berdî dê çavên xwe ji wan xebatên te re nede girtin. Ew zordest dema dibîne tu winda nebûyî, te xwe inkar nekiriye û bi ser de tu hin xebatan dikî, bêguman dê hewl bide astengiyan li pêşiya kar û xebatên te derxîne. Saziyeke ku kar û xebatên hêja dike, nav û dengê wê bilind dibe û di qada navnetewî de xwe nîşan dide, bêguman dê bibe hedefa êrîşên wan. Ji xwe ku navê te li ba xwedan jî were hildan dê ew dagirker hewl bidin êrîşî Xwedê jî bikin.
Bi rastî me gelek xebat kir ku em û taximekî tirk werin pêşberî hev û hîna jî em wê xebatê dikin. Me dixwest ku em bi rengê xwe û nasnameya xwe ya ku wan inkar dikir, derkevin pêşberî wan. Wekî mînak beriya 2 salan me tenê bi 2 puanan winda kir, em û Galatasaray dihatin hemberî hev. Lê ji ber ew 2 puan windakirin wan bi tîmeke din a Swêdê re lîst. Ji ber ku ew naxwazin navê saziyeke kurd di warê navnetewî de bibihîzin û heke em hatin hemberî hev ji wan re zore û heke qebûl nekir bi me re bilîze jî dîsa zortir dibe ji ber ku heke tiştekî wiha bike dibe ji leystikên FIFA’yê were avêtin.
Ji bilî meselya Hawayi gelek caran astengî ji me re derxistine, wekî mînak heke hinekan bixwesta pere li ser navê kuluba me bişanda asteng dikirin. Wekî mînak me leystikvanek firotibû taximeke îranî yê bi navê Traktor. Ji ber ambargoya Ewropayê li dijî Îranê hebû, ew kes hatin Stenbolê û xwestin pereyan ji min re bişînin lê yek bankayeke Tirkiyeyê transfirkirina pereyan ji bo Dalkurdê qebûl nekir.
Gelek caran malperên me asteng kirin û hakerên wan ala Tirkiyeyê di malpera me de diweşandin lê li şûna em ji karê xwe sar bibin an jî bêzar bibin, em bêtir li kar û xebatên xwe gur dibûn. Li ser meseleya hawayi jî me peyman bi wan re çêkiribû. Sala yekemîn wekî ceribandin gotin em ê 40 hezar dolar bidin we ji bo hûn navê me li ser formayên xwe bicih bikin û paşê em ê sala din hemû lêçûnên tîma we bigirin ser xwe.
Piştî demekê berpirsên şirketa Hawayi hatin ji me re gotin em nikarin peymana xwe bi were bibin serî, ew pereyê me dane bila ji we re bin lê em nikarin peymana bi we re berdewam bikin. Dema ku sedemê wê yekê pirsî aşkera ji me re gotin; Tirkiye gotiye heke hûn wê peymanê betal nekin em ê hemû ofîsên Hawayi yên li Tirkiyeyê bigirin. Lewre jî gotin Tirkiye ji boyî me bazareke gelekî mezin e û em naxwazin ji bo bazara we ya biçûk wê bazara mezin ji destê xwe berdin.
Mixabin wekî her carê dîsa berjewendiyên dewletan derdikevin pêş, gelo em ê çawa bikaribin pêşî li vê yekê bigirin?
Belê wekî tê zanîn kîjan welat dibe bila bibe têkliyên wan ne li ser bingeha mafdarî û bejin û bala wan e lê li ser berjewendiyên bi wan re ye. Êdî em kurd jî divê wiha bikin ku berjewendiyên wan welatan li ba me hebin, heta ku berjewendiyên derdora me li cem me çênebin mixabin dost û hevalên me jî çênabin.
Projeyên we ji bo siberojê çi ne?
Qederê sal û nîvekê ye ez li Amedê me, têkliyên me bi saziyên cuda re hene, mixabin ew potansyel û derfetên ku li vir hene û tiştê ku tê kirin ne layiqî navê welatê me ye û ne layiqî paytexta Kurdistanê Amedê ye.
Em dixwazin komeleyekê vekin û em kulubeyeke mînak ava bikin. Çawa tê vekirin, li ser çi armanc û esasî tê avakirin û kîjan şêweyê wê yê rêxistinê ye. Mixabin tiştê ku ez niha li vir dibînim ew e ku kulub ne bi armanca kulubê hatine avakirin û ne xîtabî şêwe û berjewendiyên vî bajarî û gelê vî bajarî tê rêxistinkirin.
Ez van rexneyên xwe ne bi armanca ku tenê rexne bikim an jî kêfxweş dibim ku wan kêmasiyan bibînim lê ji ber dilêşî ez dibêjim. Tevî hemû şert û mercên giran, rêliber girtin û zordariya pergalê jî heye dîsa mirov dikare li vir gelek tiştên xweşik û baş çêbike.