Êrîşên DAIŞ’ê yên li Iraqê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de DAIŞ’ê li navçeya Xaneqînê ya bajarê Diyalayê yê Iraqê êrîşî bajaroka Qereteyê kir. Di hedefa êrîşa DAIŞ’ê de masîgir hebûn. Di encama êrîşê de DAIŞ’iyan kesek kuştin û kesek jî birîndar kirin.
Li Bexdayê 3 DAIŞ’î hatin girtin
Li aliyê din li paytexta Iraq Bexdayê li dijî DAIŞ’ê operasyonek hat lidarxistin. Saziya Îstîxabaratê ya Iraqê, der barê operasyonê de daxuyanî da û diyar kir ku di encama operasyonê de 3 DAIŞ’î hatine girtin.