Dîsa çalakbûna tevgerên DAIŞê di rojevê de ye. Di demên dawiyê de êrişan dikin û mirovan direvînin. Li aliyê din HTŞê êrişî Dêra Mar Îlyas a li Şamê kir. Xiristiyan û elewî di bin gefên DAIŞê û HTŞê de ne. Li ser liv û tevgera DAIŞê û êrişên HTŞê yên li dijî xiristiyan û elewiyan Rojnameger Lamar Erkendî nirxandinên girîng kirin.
Lamar Erkendî anî ziman endamên DAIŞê sûdê ji tevgerên dawî ên Îsraîlê û êrişên li dijî hin noqteyên leşkerî ên Sûriyeyê dike digirin û got: “Rayagiştî ya navneteweyî bi şerê li herêmê yê di navbera Îran û Îsraîlê û li dijî Xeza û Libnanê mijûl e. Vê yekê li ser rewşa Sûriyeyê jî bsndor kir û hişt ku dîsa DAIŞ tevgerên xwe çalak bike. DAIŞ di her firsendê de sûdê ji xalên qelsbûna ewlekariyê digire û xwe bi tevger dike.”
Lamar Erkendî da zanîn ku DAIŞê ji destpêka hilweşîna rejîma Esed ve sûd ji valahiya ewlekariyê girt û li gelek deveran xwe çalak kir û wiha berdewam kir: “Bi hilweşîna artêşa Sûriyeyê re û bêdengiya Rûsyayê ya li dijî DAIŞê, DAIŞê dîsa çalak bû. Hem hilweşîna artêşa Sûriyeyê, hem vekişîna hêzên girêdayî Îranê û vekişîna hêzên Rûsyayê valahî hişt û DAIŞê sûd ji van valahiyan girt ku şaneyên xwe li wan deveran çalak bike.”
2 hezar şaneyên DAIŞê hene
Lamar Erkendî anî ziman ku li gorî hin raporan tê gotin ku derdora 2 hezar û 500 şaneyên wê yên razayî hene û got: “Di nava komên çekdar de gelekî DAIŞiyên berê jî hene. Yên piştî têkçûna DAIŞê cihê xwe di nava komên din ên çekdar de girtin. Wekî tê zanîn gelek çekdarên DAIŞê piştî têkçûna wê tev li komên din ên çekdar bûn û niha piraniya wan koman di nava artêşa Sûriye ya nû de cih digirin. DAIŞê sûd ji wan çekdarên xwediyê fikira radîkal digire ku bang li wan dike ku ji nava hêzên Ewlekariya Giştî derkevin û werin tev li DAIŞê bibin. Li gorî baweriya min ji ber van sedeman niha hejmara şaneyên veşarî yên DAIŞ gelek ji wê hejmara ku di raporên berê de dihat eşkerekirin zêdetir bûye. Niha derdora Hezar 200 şaneyên veşartî yên DAIŞê li Hesekê, Reqa û Humsê hene û derdora 800 li çoltera Sûriyeyê ne. Her wiha li aliyê Tedmîr û gelek deverên din jî şaneyên DAIŞê hene.
DAIŞî armanc dikin ku girtiyên xwe rizgar bikin
Rojnameger Lamar Erkendî diyar kir ku gelek caran dît ku armanca DAIŞê ya sereke pêşî serbestberdana şervanên wan ên girtî ne û wiha pêde çû: “Lewre gelek caran êrişî zindanên ku çekdarên DAIŞê tê de ne dikin. Piraniya wan hewldanan jî ji alî hêzên parastina wan zindanan ve hatine têkbirin. Piştî daxuyaniya Amerîkayê ya ku digot ‘Dibe DAIŞ çalakiyên xwe zêde bike’ gelek girtiyên DAIŞî ji zindanên ku ewlekariya wan kêm bû derxistin û birin zindanên ku ewlekariya wan xurt. Rêxistina DAIŞê hewl dide ku gelekî sûdê ji kampa Holê bigire. Cihê ku herî zêde malbatên DAIŞê lê dimînin kampa Holê ye. DAIŞ hin torên xwe yên qaçaxvaniyê û revandina mirovan ava kiribûn. Li deverên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê çalak bûn. Bi saya hişyariya Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê piraniya wan hewldanên DAIŞê hatin tekbirin û tedbîrên ewlekariyê hatin xurtkirin.”
DAIŞ şaneyên veşartî pêş dixe
Lamar Erkendî bal kişand ser talukeya rêxistina DAIŞê û wiha lê zêde kier: “Rêxistina DAIŞê ji Cebhet El Nusra bêtir talûke ye. Ji ber ku rêxistıneke pişta xwe dide îdiyoljiyeke xwedî pîlan û armanceke kûr. DAIŞ niha bêtir pişta xwe didin rêbaza şaneyên veşartî. Bi taybetî jî li çoltera Sûriyeyê ew di bin şert û mercên gelekî dijwar de dijîn.”
Lamar Erkendî li ser şaneyên veşartî yên DAIŞê jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Şaneyên DAIŞê ne tenê li çoltera Sûriyeyê, li hin bajarên Sûriyeyê jî bicih bûne û li hêviya firsend û fermanên rêxistina xwe ne. Gelek ji çekdarên DAIŞê di nava artêş û Hêzên Ewlekariya Giştî de jî cihê xwe girtine. Li Sûriyeyê, li Iraq, Soman, Sûdan û Misrê jî bicih bûne. Ew li Afrîkayê jî çalakiyên xwe yên xwekujî pêk tînin. Rêxistina El Nusra ne wisa ye. Ew li ser siyaseta Talibanê dimeşin. Taliban dernakeve derveyî Afganistanê. Heyet Tehrîr El Şam jî heman siyasetê dişopîne. Ew jî dernakeve derveyî cografiyaya Sûriyeyê.”
Baweriyên din di metirsiyê de ne
Lamar Erkendî herî dawî li ser êrişên HTŞê yên li ser xiristiyan û baweriyên din jî rawestiya û got: “Welatiyên Sûriyeyê yên xiristiyan, dirzî û pêhateyên din di metirsiyeke mezin de ne. Ew metirsî piştî binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî hikûmetê ku li dijî elewiyan pêk hatin gelekî zêdetir bû. Di heman çarçoveyê de êrişên dijwar li dijî durziyan jî pêk hatin. Tevgerên alîgir û endamên artêşa dewletê ên li dijî, dêr, sembol û pîroziyên olên din jî metirsiyeke mezin di nava wan pêkhateyên cuda de çêkir. Piştî êrîşa li dijî kilîseyê gelek malbatên xiristiyan berê xwe dan herdu taxên Helebê ên di bin kontrola kurdan de ne. Çûn li wir bicih bûn. Li gorî agahiyên ku min ji rêveberekî taxa Şêx Meqsûdê girtin, derdora heta beriya çend rojan derdora 150 malbatên xiristiyan li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê bicih bûne. Ev jî dide xuyakirin ku metirsiya di nava pêkhatiyên cuda ên li Sûriyeyê dijîn piştî wan êrîşan gelekî zêde bûye û bawerî bi rejîma ku Şamê birêve dibe her ku diçe kêmtir dibe. Bi taybetî rêxistina Ensar El Sune bi hişmendî û kiryarên xwe dişibe rêxistina DAIŞê û ji bo hemû pêhateyên cuda talûkeyeke mezin e.”