10 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ ji bo cîhanê metirsî ye

Hevserokê Tora Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed bal kişand ser rewşa Kampa Holê û anî ziman ku îro DAIŞ ji bo cîhanê metirsiyeke mezin e.

Kampa Holê di cîhanê de tê nasîn. Dema DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê desthilat bû, li ser erdnîgariyeke mezin bandor kiribû. DAIŞ di şerê Kobanê de hêdî hêdî têk çû. Gelê Kurd li Kobanê li dijî DAIŞê dîrok nivîsî. Beriya ku DAIŞ derkeve qadê ev kamp hebû. Di dema şerê Seddam Huseyîn û Îranê de hebû. Artêşa Seddam dema ket Kuveytê gelek welatî derbasî Sûriyeyê bûn. Kurd, Ereb, Asûrî, Filistinî û gelek komên din derbasî Sûriyeyê bûn. Neteweyên Yekbûyî (NY) di salên 1991-1992an de ev kamp ava kir. Pişti hilweşandina rejîma Seddam kamp valabû. Di 2011an de li Sûriyeyê şer dest pê kir. Di 2014an de piştî Rêveberiya Xweser li Cizîrê hat avakirin, gelek welatiyên Sûriyeyê berê xwe dan qada Rêveberiya Xweser. Ev der cihekî ewle bû û mirov dihatin parastin. Ev kamp berê navê wê û cihê wê di lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hebû. Di 2019an de DAIŞ têk çû, bi deh hezaran malbatên DAIŞî yên ku di şerê Baxozê de têk çûn, hatin vê kampê. Hemû hêz û malbatên xwe, radestî Hêza Sûriyeya Demokratîk” kirin. Kesên di bin navê DAIŞê de şer dikirin, hatin girtin. Cihê wan zindan bû. Lê malbatên wan jî şandin Kampa Holê. Ev kamp ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin. Di destpêka têkçûna DAIŞê de yanî di 2019an de hejmara endamên malbatên ku li Kampa Holê kom bûn gihişt 73 hezar kesan. Yanî nêzî 15-20 hezar malbat li kampê kom bûn. Nêzî 30-35 hezar kes Iraqî bûn. 30 hezar kes ji Sûriyeyê bûn, nêzî 13-15 hezar kes jî biyanî bûn. Wê demê Rêveberiya Xweser, saziyên mafên mirovan û Rêxistinên li herêmê, bi awayekî hevkar bo veguhestina van kesan xebitîn. Piştî rejîma Baas a şamê têk çû, gelek şaneyên DAIŞê ji hilweşandina Şamê sûd girtin. Gelek çekên pêşketî bi dest xistin. Ji 2019an heta niha êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, hêzê dide DAIŞê. Balafirên Tirkiyeyê hin caran dora kampê bombe dikin. DAIŞ ji van êrîşan sûdê digire.
Êrîşên nava kampê zêde kirin
Li ser rewşa Kampa Holê û êrişên DAIŞê Şêxmûs Ehmed bal kişand ser têkoşîna HSDê û got: “Di demên dawî de êrişî endamên HSDê û hêzên ewlehiya hundirîn dikirin. Di demen dawî de li nava kampê êriş zêde kirin. Di nava kampê de xwe perwerde dikirin û dadgeh ava kiribûn. Piştî hilweşandina rejîmê û desthilatiya HTŞê û her wiha hatina Donald Trump a li ser desthilata Amerîkayê, alîkariya UNESCO hat rawestandin. Vê yekê bandor li ser kampa Holê kir. Bi taybet şaneyên veşarî zêde bûn. Me jî wekî Rêveberiya Xweser pêdivî dît ku ev kamp êdî bêne valakirin. Me xwest pirsgirêkên civakî, tenduristî û ewlehiyê çareser bikin. Lê mixabin heta niha HTŞê tu gav neavêtin.
Niha nêzî 34 hezar mirov hîn di kampê de dijîn. Nêzî 10 hezar Iraqî ne û nêzî 7 hezarê wan jî biyanî ne û ev ji bo herêmê metirsiyekê ava dike.
Şêxmûs Ehmed li ser metirsiya DAIŞê ya liser herêmê jî rawestiya û wiha pêde çû: “DAIŞ wê wekî bîrdozî hebûna xwe berdewam bike. DAIŞ di aliyê bîrdozî de têk neçûye. Şaneyên wê li gelek deveran hene. Li Iraqê hîn hene. Li çolistana Sûriyeyê û herêmê hene. Li ser rêya Hesekê û Reqayê êrişî maşîna asayişe kirin. 3 endamên asayişe şehîd kirin. Gelek dewlet hîn piştgiriyê didin DAIŞê. Ji ber vê yekê li Kampa Holê piştgirî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heye. Ji ber ku HSD hêza yekemîn e ku karibû di cîhanê de DAIŞê têk bibe. Niha HSD û asayiş der û dora kampê diparêze. Niha dem bi dem li nava kampê û derdora kampê operasyonên ewlehiyê têne kirin.
DAIŞ dikare xwe têxe gelek rengan
Şêxmus Ehmed destnîşan kir ku îro DAIŞ dikare xwe têxe gelek rengan û biguherîne û got: “Bi rengên cuda dikare êrişî gelek deveran bikin.”
Şêxmûs Ehmed li ser çekên ku derbasî kampê dibin jî rawestiya û got: “Şaxên DAIŞê li gelek dewletan hene. Malên wê jî hene. Îstixbaratên herêmî jî piştgiriyê didin wê. DAIŞ dikare mirovan bikire. Dîsa kamp li erdekî pir fireh hatiye avakirin. Herêm vekirî ye. Heta ser sînorê Iraq û çolistana Sûriyeyê vekirî ye. Bingeha ku hêz û çekan derbas bikin hêsan e. Gelek aliyên piştgiriyê didin DAIŞê hene.”
Şêxmûs Ehmed, li ser hewldanên valakirina kampê jî rawestiya û got: “Rêveberiya Xweser ji 2019an û şûn ve piştî DAIŞ hilweşiya, karê dîplomasiyê dike. Rêveberiya Xweser û rêveberiya HSDê, Koalîsyona Navdewletî û şandeyên tên herêmê, her wiha şandeyên diçin Ewropayê, bang li hemû dewletan dikin ku welatiyên xwe bigrin welatê xwe. Lê gelek dewlet van kesan qebûl nakin. Ev dibe pirsgirêk. Ev bandora xwe li ser Rêveberiya Demokratîk, Rêveberiya Xweser dike. Zarokên malbatên DAIŞê li kampan mezin dibin. Dê sibê mesirsiyê zêde bikin. Divê dewletên biyanî karibin werin welatiyên xwe bibin. Nêzî 15 hezar welatiyên Sûriyeyê jî li vir heye. Divê ew jî vegerin warên xwe.”
Diyalogê pêş dixin
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku diyaloga wan û HTŞê îro dest pê kiriye û wiha lê zêde kir: “Ev diyaloga li Şamê çiqas dirêj bike, bi hevdîtin û gav avêtinê ve girêdayî ye. Em hewl didin ku van welatiyên Sûrî vegerînin cih û warên wan. Ji 2019an heta niha me bi hezaran malbat ji kampê derxistine.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê