Li herêma Başûr di pêvajoya dawî de li gelek navendên wek Kerkûk, Mûsil, Silêmanî êrîşî pêşmergeyan û sivîlan dike. Ji 10’ê Mijdarê ve di êrişên DAIŞ’ê de 22 jê pêşmerge 5 jê sivîl 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. Der barê mijarê de me pirsên xwe ji Aktivîst û Rojnamegerê başûrî Takor Zerdeştî kir.
-Li Herêma Kurdistanê di pêvajoya dawî de li gelek navendan êrîşên DAIŞ’ê zêde bûn. Sedema zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê çiye?
Weke tê zanîn dijminatiya dewleta tirk û peymana wan ya bi DAIŞ’ê re bi awayekî sîstematîk bi rê ve diçin. Her wisa tê zanîn peymana malbata Barzanî bi Tirkiyeyê re girêdaye, wan neçarî serçemandinê ya li hember Tirkiyeyê, tirkmenan û DAIŞ’ê dike. Guman ji vê yekê tune ye ku zêdebûna êrîşan ji sedema şikestina dewleta tirk a li hember gerîla ye. Hevalbendên dewleta tirk jî (PDK, DAIŞ û tirkmen) bi hemahengiyek rêkxistî planên qirêj li hember gelê kurd bi rê ve dibin. Ev jî lewazî neçariya dewleta tirk a li hember berxwedana gelê kurd nîşan dide.
-Bi taybetî êrîş di dema ku biryara vegera pêşmergeyan a Kerkûkê de zêde bûn. Gelo ev êrîşên DAIŞ’ê di çarçoveya planekê de pêk tên?
Dewleta tirk Kerkûkê ji xwe re wek xala sor dibîne. Şikestina dewleta tirk li hember berxwedana gelê kurd li her qadê êdî têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê ên wekî sir aşkera radixe ber çavên raya giştî. Jixwe tiştek bi navê DAIŞ û PDK’ê li holê nema ye. Tev çeteyên dewleta tirk in. Di êrîşa li ser endamê rêveberê şengalê şehîd Merwan Bedel de heke rasterast destê hêzên ewlehiya PDK’ê tê de nebûya dê encameke bi vî şêweyî pêk nehatibûya. Tenê îsal dewleta tirk çar caran Şengal bombe kiriye. Di encama van êrîşan de 11 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi van êrşan rêveberî, endamên bergirî û xweseriya Şingalê hedef tên girtin. Tev jî bi destekdayîna PDK’ê hatin kirin.
Xala herî girîng, PDK hêza xwe ji gel nagire, berevajî hertim hêza xwe ji dijminên gelê kurd girtiye. Heke her beşeke Kurdistanê ne di destê PDK’ê de be ku hemû jî werin qirkirin, dengê xwe dernaxe û di ser de bixwe jî ji dagirkeran re dibe destek. Ev hatiye tespîtkirin. Lewre heke PDK ne bi biryarên dewleta tirk re be, li başûr nikare yek gavê jî bavêje. Helbet dibe ku naveroka veşartî û pir tarî yên ezmûn, peywendî û dostaniya PDK, DAIŞ û dewleta tirk hebin ku PDK hes nake raya giştî pê bihese. Bi her êrîşeke PDK’ê ya li ser DAIŞ’ê dibe ku çeteyên DAIŞ’ê naveroka van ezmûnên xwe raxin ber çavê raya giştî.
-Dema em bala xwe didin êrîşên DAIŞ’ê di serî de Kerkûk, Mûsil, Silêmanî êrîşî gelek noqteyên pêşmergeyan û gundên nêzî sînor kiriye û heta niha 22 jê pêşmerge 5 sivîlan, 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelo DAIŞ’ê çawa wisa bi awayekî hêsan êrîşî pêşmergeyan kir?
Pêşmerge bi şêweyekî plankirî dibin qurban. Navendek û rêveberiyeke rêxistinkirî ya DAIŞ’ê êdî tune ye. Bi destê dewleta tirk û PDK’ê bi qasî ku tê zanîn ev 8 sal in nêzî 17 welatan alîkariya pêwîst yên serbazî, perwerdeyî û çek dan pêşmergeyan. Tenê sala derbasbûyî Amerîkayê buhayê 250 milyon dolaran çek, wesayîtên zirxî û amûrên leşkerî dane çekdarên PDK’ê yanî pêşmergeyên wan. Ji vê wêdetir ji bilî perwerdeyên taybet yên leşkerî, hema tenê 2 lîwa (Alay) yên leşkrî ji aliyê Amerîkayê ve bi hemû derfetan hatin tamînkirin û bi çek kirin. Lê rûxmî van DAIŞ çawa dikare êrîş bike, siûqastan pêk bîne û deverên jêrdestê xwe berfireh bike.
Li derdora Kerkûkê, gundên nêzî Mexmûrê, Mûsilê gelek navçe tenê di destê Iraq û PDK’ê de ne. Bi planeke veşartî ya dewleta tirk a dagirker roj bi roj ew deverên ku ji gel tên valakirin DAIŞ, tirkmen û pêşmergeyên PDK’ê van deveran dixin bin kontrola xwe. Her wiha PDK bi şêweyekî veşarî û neveşarî destekê dide vê plana dagirkeran. Dibe ku piştî demekê PDK bi kuştina pêşmergeyên xwe sîngê xwe yê leşkerî kêmekî nîşanî civakê bide û xwe wekî alternatîva sereke li Başûr bide diyarkirin. Lê ya rast ji bo pêkhatina planên qirêj ên dewleta tirk ti cudahî di navbera hêzên PDK, tirkmanên radîkal ên bi ser Erdogan û DAÎŞ’ê ve tune ye. Gel jî êdî hişyar bûye û bi hîmet û hişyariya gel ev plan nikare bi serkeve.
-PDK berê hêza xwe ya leşkerî daye qadên Metîna, Zap û cihên din ên ku gerîla lê ne. Li aliyê din jî di xwepêşandanên xwendavanên zanîngehê de jî berê hêza xwe ya leşkerî dabû ser gel. Gelo sedema vê yekê çi ye?
Wekî me diyar kir, misyona Başûr ya ku navê hikûmetê lê tê kirin ne hêza ewlehiya gel û civaka kurd e. Ev bi salan e hatiye teslîmgirtin, ji berê heta niha wiha ye, ji salên 75, 88, 91’ê, bi revên milyonî bereya bergiriya ji gel, ji bo parastina malbata xwe vala kirine. Bi polîtîkayên xwe bi sed hezaran xelk ber bi komkujiyan ve birin. 18 hezar jinên kurd di pirojeya bi navê enfal de di bazarên koledarên paşverû yên ereb de ketin bazarên kirîn û firotinê.
Dîsa di 2014’an de ji bilî qirkirina fizîkî 6 hezar û 400 sivîlên Şingalê hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn di bazarên kirîn û firotinê de hatin tecawizkirin. Tê zanîn ku di êrîşên dewleta tirk a dagirker de bi sedan sivîl li Başûr hatine kuştin, di êrîşên DAIŞ’ê yên berê û yên niha de bi hezaran sivîl hatine qetilkirin. Ev tev bi saya serê vê malbatê hatin çaverê kirin.
Bi talana serwet û samanên bi tiriyonan ku tenê dikeve xizmeta vê malbatê û rejima dagirker a tirk de tê selimandin. Bi nebûna her rengê xizmeta gel, pêwîstiyên ji mînaka av û elektirîkê bigre heyanî pîşesazî, tenduristî, xwendin û perwerdê ku hemû di rewşeke wêrande ne bi aşkere û berbiçav tê selimandin. Pêwîst e pir bi ronakî were dîtin ku ev desthilatdariya Başûr ne wekî rêveberiya gel, dijminê herî sereke yê gelê kurd û başûrê Kurdistanê ye. Ev çek û alavên leşkirî ku bihayê nêzî 2 milyar dolaran tenê ji aliyê hevpeymanan bo başûr hatiye dayîn, tev li hember destkeftiyên gel bi xwe tên bikaranîn. PDK ev ji bo dijminan, ji bo tirkiyeyê, ji bo Amerîkayê daye selimandin.
Beriya du rojan jî di dîmenan de derket ber çavê raya giştî ku PDK çekên giran ber bi herêmên çiyayî û cihên gerîlayan ve dibe. Gelê Başûr bi destê dewleta dagirker tê qirkirin. HPG ê ji beriya niha bi çend rojan ragihand û got ew ji bo parastina ewlehehiya gelê Başûr li hember her êrîşên dijminan wekî her car dîsa amade ne. Armancên DAIŞ û Tirkiyeyê çi ne PDK wan pêk tîne. Bila gumana tu kesî nebe PDK bêyî Tirkiyeyê nikare gavekê jî li hember DAIŞ’ê bavêje. Kêm zêde gel di ferqa vê rastiyê de ye. Tevgera azadiya gelê kurd bi her cureyî bûye hedefa sereke ya êrîşên dagirkeran.
Bêguman gel hîn baştirîn dikare Tevgera Azadiya Kurd nas bike, lê xebatên der barê ronakkirinê de lewaz in. Lewre rasteqiniya Tevgera Azadiyê rasteqiniya gel e. Divê gel lê xwedî derbikeve. Me nekariye bereya rasteqîniya parêzvanê gelê kurd bi civaka Başûr bidin naskirin. Em ew sampatiyên helgirên vê fikrê weke pêwîst me nekariya bawirya civaka tirsiyayî, civaka patolojîk, civaka ji hev pejiyayî kontrol bikin.
*Siyasetmedar, parlamento û gelê Başûr der barê van êrîşên DAIŞ’ê de çi dibêjin?
Siyasetmedar û ronakbîrî yên li başûr bi giştî di ferqê de ne ku di navbera PDK’ê û DAIŞ’ê de têkilî hene û ev êrîş bi plan hatiye kirin. Naverok pir aşkera ye ku bi xwe wek bûyerên di qewimin bi dîmen di axivin, lê mixabin nakokiyên di navbera hemû aliyan de heyî rêgiriyê li hemberî zimanê herî rast yê rojevê dike. Arêz Abdulla endamê rêveberiya YNK’ê êrîşên dewleta tirk wek serweriya li Iraqê bi nav dike û bangî civaka navdewletî dike.
Sitran Abdulla hevkarê rêveberiya ragihandina YNK’ê êrîşa DAIŞ’ê wek çaverêkirî dinirxîne û dibêje ji sedema valatiya hêzên çekdarî, nebûna hêzên ewlehiya herêmî derfet dane êrîşên DAIŞ’ê. Dibêje DAIŞ li her dera cîhanê qedexeye lê li van cihên sînorê hikûmeta Iraqê û herêmê DAIŞ dikare bi ewle xwe birêxistin bike.
Qadir Nadir çalakvanê rexnegirê başûrê Kurdistanê peywendiyên PDK’ê û DAIŞ’ê wek evîndariyek siyasî binav dike. Ji bo ku PDK vê hêzê ji bo xwe wek amûreke givaştinê ya siyasî radigre, êdî nikare rasterast bi çi awayî dijmintiyê lê bike. Vê êrîşê ji aliyeke din ve weke planeke hevbeş a PDK û DAIŞ’ê dide nasîn ji bo ku Mesrur Barzanî bikaribe bibêje raya giştî ev êrîş li hember çaksaziya herêmê rêgir in.
Soran Emer endamê parlemenê serkeftî yê başûr dibêje ji aliyê Amerîka ve bihayê 1 milyar û 600 hezar dolarî alîkariyên serbazî gihaye leşkirê Iraqê û pêşmergeyan. Dîsa bihayê 250 milyon dolarî di sala derbasbûyide alîkariyên serbazî gihandine destê pêşmergeyan. Li gorî gotinên berdevkê ewlehiya Amerîka Aşten Garder, bibîr tîne ku 300 ten pêwîstiyên serbazî ji bo hikûmeta Başûr hatiye şandin. Soran Emer pirs dike û dibêje: Ev çek niha li ku ne? Çima ne li sengerên ber sînga dijmin in? Çima li hember gel tên bikaranîn. Lê pêşmerge ji saya hikûmeta şikestî ya we divê bi xwîna xwe bi destê vala û ji berîka vala bergiriyê li we bike.
Li vir pêwîst e mirov di bersiva birêz Soran Emer de bibêje ger ku bi hurgilî li çiyayên nêzî herêmên gerîla were temaşekirin dê bibînin ku ew çek û ew leşker hemû li ku ne. PDK’ê ev çek û hêz ji bo dirustkirina bi dehan baregehan li herêmên nêzî gerîla xistine di xizmeta dewleta tirk de û êrîşan dibe ser gerîlayên ku ji bo ewlehiya gelê kurd digirin.