9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Daîreya Ragihandinê banga hişyarê kir

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji gelên herêmê xwest ku li hember hewildanên têkbirina aramiya herêmê hişyar bin û guh nedin nûçeyên derew

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li gelê herêmê kir ku nekevin bin bandora hewldanên hin aliyên ku dixwazin nakokiyên mezhebî derbixin û nûçeyên dûrtî rastiyê belav dikin.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya daîreyê hate weşandin de ev tişt hat gotin: “Sûriye, piştî ku ji rejîma otorîter rizgar bû, serdemeke dîrokî û girîng derbas dike. Îro li welat pêşketinên mezin çêdibin. Ev hemû geşedanên ku li welatê me Sûriyeyê pêk tên bûne navenda siyaseta navneteweyî. ”

Daxuyanî wiha didome: “Di vê pêvajoya guherîn û geşedanan de, hin alî bi gurkirina nakokiyên mezhebî û belavkirina nûçeyên dûrî rastiyê, dixwazin kêfxweşiya gelê me têk bibin. Ev alî tenê xizmeta ajandayên derve yên li dijî gelê Sûriyeyê dikin, nûçe û agahiyên derew li ser malperan û hin platformên ragihandinê belav dikin, hewl didin ku rewşa ewlekarî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  têk bibin û aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de xerab bikin. ”

Di daxuyaniyê de li hemberî hewldanên derxistina fitneyê de ev bang hat kirin: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van kiryarên ku tenê xizmeta dijminên gelê me dikin, hişyar bin, hemû nûçeyan bawer nekin. Tenê guh bidin agahî û nûçeyên ku bi rêya platform û dezgehên ragihandinê yê fermî û pêbawer têne weşanadin. ”

Her wiha bang li rojnamevanan  û xebatkarên çapemeniyê kir ku agahiyên ji hêla alî û dezgehên fermî ve nehatibin piştrastkirin, neweşînin.

Daîreya Ragihandinê bi boneya rizgariya ji rejîma zalim li Sûriyeyê pîrozbahî li gel kir û wiha daxuyaniya xwe bidawî kir: “Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê ku li dijî terora cîhanî ya DAIŞê li ber xwe da, têkoşîn û şer kir, ew ê karibe armancên xwe pêk bîne, bi zanebûna û hişyariyê şoreşa xwe û destkeftiyên ku bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gel hatine bidestxistin, biparêze. “