Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker “Feyleq El Şam” û koçberên ji bajarokê Merşorîn ê bajarê Idlibê 50 darên zeytûnê û bahîvê yên 2 şêniyên gundê Metîna yê bajarê Şera birîne.
Çavkaniyan navên her du şêniyan aşkera kirin ku Behrî Mihemed e û çeteyan 35 darên zeytûnê yên wî birîne, Mihemed Îsa jî çeteyan 11 darên zeytûnê û 4 darên bahîvê birîne.
Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê berdewam in. Dagirkerî dixwaze demografiya bajêr biguher.