12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dag û Er ji rojiya mirinê derketin

Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê tîrmeha 2019’an de dîplomatê wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê Osman Kose, welatiyên bi navê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan di êrişekê de hatibûn kuştin. Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên ji bakurê Kurdistanê ji vê êrişê berpirsiyar hatin girtin û bi hêceta êrîşê ji aliyê dadgehê ve bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Dag û Er ku ji 2019’an ve li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne li dijî pêkanînên îşkenceyê û binpêkirinên mafan dest bi rojiya mirinê kiribûn. Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin.

Apê Er Abdûrrahman Er, derbarê mijarê de diyar kir ku biraziyê wî û Mazlûm Dag çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirine û wiha axivî: “Bi telefonê bi biraziyê xwe re axivîm. Biraziyê min li min geriya. Got ku ‘ji ber daxwazên me hatin qebûlkirin me rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir. Rewşa me ya tenduristiyê baş e. Ji herkesên di vê pêvajoyê de piştevaniya me kirin re spasiyên xwe pêşkeş dikin.’ Em jî weke malbat ji herkesên di vê pêvajoyê de bi me re bûn û piştgirî dan me re spasiyên xwe pêşkeş dikin.”