12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeriyê kameraya veşarî li komeleya Binevşê bi cih kiriye

Serdozgeriya Komarê ya Edenê lêpirsîna xwe ya der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de temam kir û dozname amade kir. Di doznameyê de dozgerî bi kameraya veşarî û amûrên guhdarîkirinê yên ku bi biryara dadgeriyê li avahiya komeleyê bi cih kiriye, hemû xebatên komeleyê wekî delîlên sûcî hesibandiye.

Serdozgeriya Komarê ya Edenê, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “xebatên li ser navê rêxistinê” der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de polisan di 27’ê hezîranê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê avêtibûn ser malan. Di avêtina ser malan de Cîgira Şaredariya Seyhanê Parêzer Fûnda Bûyrûk, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ahmet Yildiz jî di nav de 37 kes hatibûn binçavkirin.

Kesên polisan ew binçav kiribûn di 7’ê tîrmehê de sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Ayşe Irmak, Mehmet Sarûhan û Mûrat Gurbuz hatibûn girtin û 33 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Dozgeriyê lêpirsîna xwe temam kir û der barê 13 kesan de biryara neşopandinê û der barê 24 kesan de jî dozname amade kir.

Sûcdariyên li kesên girtî

Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hamdûllah Yagiz Kesen, di doznameya ku ji 436 rûpelan pêk tê de siyasetmedar û kedkarên çandê yên mîna Abdûllah Ayav, Ahmet Akdogan, Ahmet Yildiz, Ayşe Irmak, Emetûllah Akçara, Enver Guler, Evîn Ozbay, Fûnda Bûyrûk, Hêlîn Kaya, Îlyas Arzû, Jiyan Aslan, Jiyan Savci, Mahsûm Ûzûn, Mazlûm Gok, Mehmet Karakiş, Mehmet Sarûhan, Mehmet Emîn Solmaz, Mehmet Saît Dîkmen, Mûrat Gurbuz, Sever Ûzûn, Sûat Ekîn, Şîlan Tûgra, Şîrvan Aksoy, Vakkas Dûrgût bi “endamtiya rêxistin”, “propagandaya rêxistinê”, “beşdariya li civîn û xwepêşandanên li dijî qanûnê”, “xitimandina trafîkê” û “kirîna çek û fîşekên bêruxset û peyda kirina wan” tên sûcdarkirin. Dozname ji aliyê 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê ve hat qebûlkirin. Danişîna ewil a dozê wê di 13’ê adarê de bê dîtin.

Xebatên komeleyê kirine delîlên sûc

Di doznameyê de hatiye diyarkirin ku bi hinceta biryara bi dîroka 10.02.2022’yan a Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 3’yan a Edeneyê û gumanbar Mehmet Sarûhan li komeleyê kamerayên veşarî û amûrên guhdarîkirinê hatine bicihkirin. Li gor kameraya veşarî û amûrên guhdarîkirinê yên li komeleyê hatine bicihkirin hemû xebatên komeleyê wekî delîlên sûc hatine hesibandin.