Di çarçoveya lêpirsîna bi navenda xwe Enqere de siyasetmedar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan jî di navde gelek kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê kesên hatin binçavkirin sewqî dadgeriyê kirin. Dadgeriyê der barê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag, Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar, ji avakarên ÎHDê Nîmet Tanrikûlû, Serokê Genel-Îşê Remzî Çalişkan, Serokê Şaxa Sendikaya Genel-Îşê ya Mêrsînê Kemal Goksoy, Halef Carûş, Ecevit Odabaşi, Nusret Akin û Serdan Ekîngen de biryara girtinê da.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem Şîar Rişvanoglû, Erdal Guzel, Farûk Ayhan û Recep Şimşek jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.