109 sal di ser peymana Sykes-Pîcot re derbasbûn. Bi gotina Martîn Luther, Mark Sykes û Georges Picot, dojeh kirîn û gelên li Rojhilata Navîn avêtin wê dojehê. Birêz Abdullah Ocalan, di hevdîtina 22 Çileya 2025an de, ji Şandeya Îmarliyê re got; Sîstema Sykes-Pîcot têkçûye, statuko hatine guhertin.
Beriya çend rojan jî konsolosê Emerîkayê yê li Enqereyê û nunerê Emerîkayê yê Suriyeyê Tom Barrack jî gotin; Peymana Sykes-Pîcot bingeha gelek şaşî û niheqiyan bû. Em carake din vê şaşî û niheqiyan nakin. Şaşî û niheqî; Gelo hesabê van şaşî û niheqiyan dê kî bide? Pirs girîng e û tene di dadgehkirina dîrokê de dikare berisva xwe bibine.
Sîstema kapîtalîst, bi avakirina netewdewletan, cîhan kirin qada şer. Hişmendiya neteweyan di salên 1800î de, bi Şoreşa Fransayê dest pê kir. Di nava demê de, netewparêzî weke îdeolojiyê pêşket û li ser bingeha yek etnîsîte, yek ziman, yek al û yek çandê hate pêşxistin.
Li xaka Osmaniyan rewşeke cuda hebû.
Ciwanên Osmanî yên li Ewropayê ku di nava wan de, Kurdên weke Abdullah Cevdet, Abdurrahman Bedirxan, Îbrahîm Temo û hwd. jî hebûn, li dijî îstîbdadê (zordestiya Abdulhemîd) dets bi têkoşînê kirin. Her çiqasî Tirk, têkoşîna ciwanên Osmanî weke destpêka netewperestiya xwe nişan bidin jî ev ne rast e. Yek armanca ciwanên Osmanî hebû, ew jî têkoşîna li dijî zordestiya Abdulhemîd bû.
Nivîskarê Frensî, Cahrles Mc Farlane, navê “Ciwanên Osmanî” li wan kir. Di sala 1890î de, siyasetmedarê Frensî Georges Badis jî gef li Saraya Osmanî xwar û hin daxwaz kirin û got: “Eger hûn daxwazên min neynin cih, ez ê Ciwanên Osmanî di bin yek sîwanê de kom bikim û rojnameyekê jî li ser navê wan derxînim.”
Abdulhamîd tawîz neda.
Ciwanên Osmanî jî li surgunê man.
Piştî avakirina Cemiyeta Îttîhadî Osmanî di 21ê Gulana 1889an de, li Mektebî Tibbiye ya Harbiyeyê û ragihandina Meşrutiyeta 2yemîn(1906) paşayên Osmanî, partiya Îttîhat û Terakkî ava kirin.
Piştî ku Îngilistanê dest avête Mekedonyayê, bi desteka paşayê Osmanî, Kolagasi-Yuzbaşi Niyazî , bi 400 esker û çeteyan derkete serê çiyan. Ev jî destpêka çeteyên Îtîthat û Terakkî ye û kuştina li kolanên Stembolê jî dane dest pê kirin.
Dewleta Enqereyê jî li ser vê bingehê hate avakirin, her dem çeteyên paramilîter avakirine û xwedî kirine.
Piştî ku bi pêşengiya Enver Paşa, di kongreya sala 1912 an de, 4 xalên ji bo avakirina “qewmê Turk-î îslam” hate qebûl kirin, nijadperestî weke îdeolojî derkete holê û heta îro jî bi darbeyên leşkerî, komplo, dekûdolaban dewam dike.
Peymana Sykes-Pîcot jî, paşayên Osmanî kirin zebaniyên dojehê.
Ligel hêza leşkerî, bikaranîna jeneratorên derewan û dîrokeke çêkirî, vê îdeolojiyê di mêjiyên civakan de neqiş dikin, bi qanunên polayî jî didine qebûl kirin. Derew, dek û dolab, zexta burokratîk, romî, girtin û hwd jî bûye rekihek polayî.
Li netewdewletan gelên cuda nîn in. Bi taybetî li Tirkiyeyê her kes Tirk e, yên ne Tirk lê dewlet wan weke Tirk nişan didin jî, dijmin in. Beriya Tevgera Azadiya Kurd, sê dijminên Tirkiyê hebûn; Dijminê li derve Yewnanîstan bû; 2 dijminên li hundir jî, yek Kurd bûn, yê duyemîn jî paşverûyên îslamîst bûn.
Dîroka ku weke dayika hemû zanistan tê qebûl kirin li Tirkiyê cuda ye. Dîrokeke çêkirî heye û riya resîfkirî ya empozekirina “qewm-î Tirk” diparêze. Li gorî hin, (pirranî) zanistên xwedî titra “prof.”tiye jî, dîroka fermî zarurî-mutlaq dibinin. Dema pirtûkên ji zimanên biyanî ji bo Tirkî têne wergerandin jî, gotina Kurd tê rakirin, di dewsa wê de gotina Tirk dinivîsin.
Ev jî netewperestiya di qalibên polayî de hatiye empoze kirin e û weke mecburiyet jî di pratîkê de ye. Dema ku li Tirkiyê pirtûkek rastiyan vebêje, rastî koroya dijber tê.
“Hafize-î beşer” dikare bi vî rengî be, lê “hafize-î dîrok” tiştekî din dibêje.
Vêca piştî têkoşîna nivsedsalê hafizeya civakan hate guhertin. Hem rastiya Peymana Sykes-Pîcot û sîstema netewdewletan, hem wateya Peymana Lozanê ku Bakurê Kurdistanbê li ser Tirkan tapûkiriye hate fêhm kirin.
Ji bo vê jî biryarên di Kongreya PKKê ya 12mîn de hatin girtin dîrokî ne. Hem bal kişandin ser Peymana Lozanê, hem bal kişandin ser Desturnameya 1924an.
Ev dadgehkirina dîrokê ye.
Em hinekî din vekin: Mustafa Kemal, li Îzmİtê, di civîna çapemeniyê de, li ser pirsa rojnamevan Ahmet Emîn Yalman ku pirsa, “cenabê we, behsa meseleya Kurd kirtiye, meseleya Kurd çiye?”, îşaret bi desturmaneya sala 1921ê kir û got; Herêmên ku Kurd lê zede ne dikarin bi muxtariyet- serbixwe bin û xwe bi rêvebibin.
Di berdewama axaftina xwe de Mustafa Kemal got ku parlamenterên Kurd yên di meclîsê de, biqasî parlamenterên Tirk xwedî maf in. Kurdan qedera xwe bi Tirkan re kirine yek, di rewşek wiha de sînordanîna navbera Tirk û Kurdan ne rast e.
Balkêş e, piştî du-sê mehan, yanî piştî îmzekirina peymana Lozanê, rewş hate guhertin. Mecslis hate fesixkirin û Desturnameya 1924an hate amadekirin. Her tiştê bi navê Kurdan hate rakirin û înkarkirin. Yek parlamenter jî bi navê Kurdan nekete meslisa Enqereyê. Ji xwe parlamenter ji aliye Mustefa Kemal ve hatin bijartin û weke memûrên dewleta yekperest di parlamentoyê de rûniştin.
Mustafa Kemal, pişt re mikur hat ku mamosteyên wî Namik Kemal û Ziya Gokalp in. Lê Namik Kemal di tu pitûkên xwe de Kurd inkar nekirine. Li ser Selahaddin Eyûbî jî pirtûkeke biçûk nivîsîye. Lê Ziya Gokalp gotiye her tiştê di “hane”ya Kurdan bê nivîsandin, li dijî berjewendiyên Tirkan e. Mustafa Kemal jî ev hişmendî pejirandiye û kiriye pratîkê.
Li hemberî ku di desturnameya 1921ê de Kurd xwediyê dewleta Enqereyê ne, lê tiştekî ku ketibe pratîkê de jî nîn e. Kurdên ku di salên 1914-15 û pişt re hatin girtin jî, nehatin berdan.
Peymana Lozanê jî tapokirina bakurê Kurdistanê li ser navê Tirkan e û her tiştê bi navê Kurdan, hem ji pirtûkên dibistanan hatin derxistin, bi desturnameya 1924an jî her tiştê bi navê Kurdan hatin înkarkirin û qedexekirin.
Gelek kes behsa Musilê û bazara di navbera Îngîlîz û dewleta Enqereyê de dikin. Lê rastî ew e ku Mustafa Kemal, beriya Lozanê jî bi armanca parçekirina xaka Kurdistanê û gelê Kurd, ketiye nava liv û tevgerê. Planê xapandinê di dema Beyana Amasya de jî kire pratîkê.
Yek: Di 20ê Cotmeha 1921ê de li Enqereyê bi Frensiyan re peymanek îmze kir û Rojava teslîmî Frensiyan kir.
Du: Di 24ê Tirmeha 1923an de, bi Peymana Lozanê başûrê Kurdistanê jî ji Îngilizan re hişt.
Sê: Di van peymanan de navê Kurd û Kurdistanê jî derbas nabe.
Çar: Ew naxwaze ku navê Kurd û Kurdistanê di fermiyeta cîhanê de jî cih bigirin.
Xaleke din û giring: Piştî têkçûna artêşa Osmanî di 30 Cotmeha 1918an de bi peymana Mondrosê, artêşa Osmanî bê qeyd û şert çek danîn û di qişleyan de rûniştin. Mustafa Kemal xwe avête tor û bextê Kurdan. Eşîrên Kurd hem ew parastin, hem li dijî hêzên Îngiliz û Frensiyan şer kirin.
Pişt re dewleta Enqereyê bi saya Kurdan hate damezrandin, artêşek di bin siwana meclîsa Enqereyê de hate avakirin. (1921). Sakalli Nureddîn Paşa kirin serfermandarê wê artêşê, Lê ya belkêş û mînel ecaîb ew bu ku Sakalli Nureddîn Paşa, bi eşqiya Topal Osman re, îcraata xwe ya pêşî li Koçkirî li dijî Kurdan kirin pratîkê û Kurd qirkirin.
Vêca em ê bi hevokên qalind, biryarên PKKê yên di Kongreya 12mîn de ku balê dikişîne ser Peymana Lozanê û Desturnameya1924 vebêjin.
Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP/MHPê piştî 3 mehan jî hîna yek gav tenê jî neavêtiye. Pêvejoyê li demê belav dike û di aliyê dîplomatîk de, têkiliyê bi Îsraîlê re, bi Emerîkayê re, bi Yekitiya Ewropayê re, bi HTŞ û bi cihana Ereb re daydidin. Eger lingê wan refik bigire, wê careke din siyaseta ant-î Kurd û şerê germ bikin pratîkê.
Ji xwe êrîşên li dijî Gerillayên Kurd ku têkoşîna çekdarî rawestandine didomînin û li ber çavên cîhanê çeken kimyewî yên qedexe jî bikartînin.
Kurd wê lêpirsîna dadgehkirina mîratzedeyên dewşîrme ku weke zebaniyên dojehê tevdigerin bidomînin.