Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn bayindir der barê doza Kobanê de got: “Doza Qûmpasê ya Kobanê wek encameke qirkirineke siyasî ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd dimeşîne bi encam bû.”
Nivîsa Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û têkildarî doza Kobanê ji bo Xwebûnê nivîsî wiha ye:
Her çend dem û dewran biguherin jî, deshilatdar têk biçin û li şûna wan ên nû bên jî di siyaseta Tirkiyeyê de hin mijar hene ku her tim xwe dubare dikin. Bi taybet dema mijar dibe “edalet” û “pergala darazê” di siyaseta Tirkiyê de dîrok ji destpêka Komara Tirk heya niha her tim xwe dûbare kiriye.
Di 16’ê Gulana 2024’an de li Enqereyê di Doza Qûmpasê ya Kobanê de me bi hev re careke din şahidiya vê rastiyê kir. Bêguman Doza Kobanê ji niha ve wek “darbeyeke ku li dijî siyaseta demokratîk pêk hat” derbasî rûpelên dîroka siyasî bû.
Heke bi kurt û kurtasî em encama vê dozê bînin ziman, ev hevok derdikeve pêş; “Doza Qûmpasê ya Kobanê wek encameke qirkirineke siyasî ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd dimeşîne bi encam bû.”
Di pêvajoya vê dozê de me dît ku, hiqûq çawa bi destê kesên ku ji nirxên hiqûqê bêpar mane, tê binpêkirin. Ji bo dozê bimeşînin heyeteke taybet hat avakirin û ev heyet tevî biryarên xwe bi fermanên siyasî xistin meriyetê. Di encama dozê de tişta derket holê; “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo rejîma xwe bidomîne bi destê ‘hiqûqa cezakirinê’ nirxên ehlaqî û polîtîk yên civakî yek bi yek bin pê kir’ bû.
Bêguman, Doza Qûmpasê ya Kobanê wê her tim ji bo siyaseta Kurd û şoreşgeran wek çavkaniyeke “berxwedanê”, ji bo dewletê jî wek mijareke “rûreşiyê” di bîra civakê de cih bigre.
Pekî, rastiya Doza Kobanê çi ye û divê em ji vê dozê çi fêm bikin?
Herî pêş, Doza Qûmpasê ya Kobanê nîşan da ku dîroka siyasî ya Tirkiyê di warê hiqûqê de dîrokeke du alî ye. Divê em vê tespîtê li gorî rewşa îro negrin dest. Lewre, emrê heqîqeta vê dozê bi qasî emrê Komarê kevin e. Ji ber vê yekê jî, ji bo em encama Doza Kobanê baştir fêm bikin divê em berê xwe bidin serdemên destpêka Komara tirk…
Wekî ku tê zanîn, di dîroka cîhanê de hêzên serdest ji bo hewldanên şoreşgerî û daxwaza gelan a demokrasî /azadiyê têk bibin her tim serî li tedbîrên giran dane. Wek mînak qetlîamên Gîyotînê…
Di serdema Îxtîlala Fransî de, gelên ku daxwaza azadî û demokrasiyê kirin, bêyî ku xwe biparêzin hatin darizandin û bi Gîyotînê hatin darvekirin. Wê serdemê li Fransayê navê qetilkirina hiqûqê “Giyotîn” bû. Ne tenê li Fransayê, heman rewş li gelek deverên din ên cîhanê pêk dihat. Li Tirkiyê û Kurdistanê jî em di destpêka serdema Komarê de rastî rewşa bi vê rengî tên. Vê carê navê qetilkirina hiqûqê “darazên Dadgehên Îstîklalê” bû!
Dadgehên Îstîklalê, li ser esasen dadgehên Îxtîlala Fransî hatin damezrandin. Di damezrandinê de armanc têkbirina daxwaza demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd û serhildanên gelê Kurd bû. Lê belê, di demên piştre Dadgehên Îstîklalê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevî kesên ku li dijberî rejîma Kemalîst muxalefet dikirin wek “lijneyên înfazê” hatin bikaranîn. Her daneşînin van dadgehan wek “daneşîna darvekirinê” bûn rojev.
Di wan salan de zêdetî 80 hezar kes di Dadgehên Îstîklalê de hatin darizandin, ji van kesan 5 hezar kes hatin darvekirin. Darvekirina Şêx Saîd û rêhevalên wî jî wek destpêkirina pêvajoya “qirkirina hiqûqê” derbasî rûpelên dîrokê bû. Bi gotineke din; destpêkirina pêvajoya ji Dadgehên Îstîklalê heya Doza Qûmpasê ya Kobanê…
Di bin Dadgehên Îstîklalê li Tirkiyê serdema yekpartiyê hat avakirin û ev serdem heya 1950’an dewam kir. Bi kurtasî; di yekemîn sedsala Komarê de tasfiyekirina têkoşîna azadiya gelan û qirkirina hiqûqê bi Dadgehên Îstîklalê destpêkir. Duyemîn sedala Komarê jî wê bi Dozê Qûmpasê ya Kobanê destpêbikira.
Derfetên ku dewleta tirk dabû Dadgehên Îstîklalê ewqas berfireh bûn ku hêj jî mijara niqaşê ye. Dadgeh ji aliyê kesên ku hiqûq nasnedkirin ve dihatin birevibirin. Piraniya van kesan jî ji sîyasetmedaran pêk dihatin. Biryarên xwe ji destilatdariya siyasî digirtin, her biryar jî bandorên mezin li pêvajoya siyasî dikir.
Di berdewamiya pêvajoyê de, li şûna Dadgehên Îstîklalê bi Makezagona 1961’an Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê ketin meriyetê. Piştî Darbeya Kenan Evren, bi Makezagona 1982’an ve jî “qirkirina hiqûqê” bi destê Dadgehên Xwedî Peywirên Taybet dewam kir.
Bi gotineke din, dem û dewran guherîn lê pergala hiqûqê ya dewleta Tirk hebûna xwe bi heman rengî domand, dev ji feraseta Dadgehên Îstîklalê berneda û heya Doza Qûmpasê ya Kobanê hûbana xwe domand.
Bêguman, di vê pêvajoya demdirêj de pergala hiqûqî ya dewleta tirk li Grava Îmraliyê xwe nû kir. Welatên Netew-Dewlet ên ku dixwazin Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û Tevgera Siyasî ya Kurd tasfiye bikin, li grava Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan pergaleke nû ya darazê xistin meriyetê. Di bin siya vê pergalê de tevî nirxên mirovî û hiqûqî yek bi yek hatin binpêkirin, di şexsê Rêzdar Ocalan de li dijî gelê Kurd û mirovahiyê qirkirineke siyasî ket meriyetê.
Rêzdar Ocalan, di parastinên xwe de bi van gotinan bal dikşîne vê pergala ku ji Dadgehên Îstîklalê heya îro dewam dike; “Statuya Îmraliyê bi lihevkirinên veşartî ava bû. Pergala hiqûqê ya ku li vir ketiye meriyetê li cîhanê tu mînakê wê nîne. Li cîhanê tu girtî bi qasî min rastî zext û pêkutiyan nayê. Welatên Ewropî jî berpirsyarê vê yekê ne. Pergala Kapîtalîst a Cîhanî min dîl girt û dewlet ji bo berjewendiyên xwe dîlgirtina min bikartîne. Ez girtiyekî siyasî me. Divê ev yek wiha bê zanîn! Girankirina tecrîdê jixwe tê wateya darvekirinê!”
Pergala hiqûqê ya ku birêz Ocalan wek “darvekirinê” pênase dike, di 16’ê Gulanê 2024’an de car din hebûna xwe nîşan da. Bi vê yekê ve em dikarin bêjin ku “duyemîn serdema Komarê bi girankirina Têcrîda Îmraliyê û Doza Qûmpasê ya Kobanê destpêkir.” Her wiha ji encamên Doza Kobanê baş hat fêmkirin ku “Dadgehên Qesrê” îro çawa di meriyetê de nin.
Ji Doza Kobanê me dît ku Dadgehên Îstîklalê û Dadgehên Qesrê çawa dişibin hev du. Bi biryarên ku hatin dayîn ne tenê siyasetmedarên Kurd di heman demê de azadiya fikr û raman, daxwaza demokrasî û azadiyê ya gelan wekî ku bên darvekirin hatin cezakirin.
Asta ku hatî destilatdariya Erdogan û Bahçelî dadgehên xwe yên Îstîklalê ava kirine. Hizbên Îslama Siyasî yên ku li ser darvekirinên wekî “Atifê Îskîlîplî” bi salane demogojiya edalet û demokrasiyê dikin, îro li hemberî darbeya ku li dijî siyasetê pêk tê, li hemberî darvekirina nirxên hiqûqê bêdeng dimînin û ji “qirkirina hiqûqê” re dibin piştevan. Ev yek jî nîşan dide ku bi pêşengtiya Erdogan feraseta Îslama Siyasî îro çawa nêzî hiqûqê û siyaseta demokratîk dibe.
Deshilatdariya Erdogan û Bahçelî ya ku piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an dest bi nûkirina rejîma xwe kir, dadgehên ku statuya wan dişibin Dadgehên Îstaklalê ava kir. Bi daraza van dadgehan ve îro hewl dide pêşî li rêyên demokratîk ên çareserkirina Pirsgirêka Kurd bigre. Dixwaze, tevhega siyasî ya Kurd tasfiye bike.
Çawa ku di destpêka serdema Komarê de Dadgehên Îstîklalê ji bo rejîma Kemalîst hebûna xwe bidomîne wek amûreke zextan hat bikaranîn, di duyemîn serdema Komarê de jî Dadgehên Qesrê bi heman armancê xebatên xwe dimeşînin. Wekî serdema Dadgehên Îstîklalê, îro bi destê Dadgehên Qesrê feraset û kesayetên siyasî, muxelefeta Kurd a ku li dijberî “feraseta yekperest” derdike û çapemeniya ku polîtîkayên desthilatdariyê rexne dike yek bi yek tên darizandin, tên cezakirin. Di vê astê de em dikarin bêjin ku; “Siyasetmedarên Kurd ên Doza Qûmpasê ya Kobanê di Dadgehên Îstîklalê yên Erdogan de hatin darizandin.”
Biguman ev rewş bi xwe re çend tespîtên girîng jî afirand;
- Li Tirkiyeyê pergala darazê ya ku bi Dadgehên Îstîklalê destpêkir û bi “hiqûqa dijmintiyê” ji aliyê Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê ve dewam kir îro jî hebûna xwe didomîne!
- Pergala darazê îro raste rast di bin qontrola desthilatdariya siyasî de ye!
- Di bin rêveberiya AKP û MHPê de li Tirkiyê avakirina Makezagoneke ku wê azadî û demokrasiyê bipêş bixe ne mumkun e!
Li gel van tespîtan, pirsek heye ku ji van encaman derdikeve pêş. “Gelo pergala hiqûqê ya ku ji Dadagehên Îstîklalê heya Doza Kobanê hebûna xwe doman wê ji bo desthilatdariya AKP û MHP’ê rê li ber encamên çawa veke?” Bêguman, di bersiva vê pirsê de wê biryardarî û asta têkoşîna civakî ya hêzên şoreşger û demokrasiyê, her wiha wê berxedana gelê Kurd bibe xwedî cihekî girîng.