12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnameger Ertaş birî

Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “propaganda rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hepsê li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, birî.

Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya me Mehmet Alî Ertaş bi îdiaya “propaganda rêxistinê” dihat darizandin. Ji doza ku Ertaş jê dihat darizandin salek û 3 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dozê li dadgeha Amedê vegerandibû. Di danişîna doza dubarekirî ku Ertaş jê dihat darizandin de îro biryar hat dayîn.

Danişîn li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ertaş beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wî Resûl Temûr di danişînê de amade bû. Nûnerê Herêmê yê Basin-Îşê ya DÎSK’ê Hakki Boltan jî danişînê şopand.

Dozger der barê Ertaş de ceza xwest. Parêzer Resûl Temûr biryara binpêkirinê ya AYM’ê bi bîr xist û got: “Miwekîlê min ji ber rojnamevan e, parvekirinan kiriye. Hest û ramanên xwe parve kiriye. Wî ne ji bo pesindayîn û teşwîqkirina tundiyê parvekirinan kiriye. Ez difikirim ku sedema bingehîn a ku AYM’ê biryara binpêkirinê daye jî ev e.” Temûr xwest ku miwekîlê wî Ertaş were beraetkirin.

Şandeya dadgehê biryara xwe aşekre kir û salek û 3 meh cezayê hepsê li Ertaş birî. Dadgehê biryar da ku hikûm paşê were aşkerekirin.  

Der barê dozê de

Bi hinceta parvekirinên li ser medya dîjîtal ên di navbera 2015-2016’an de ku rojnamevan Mehmet Alî Ertaş parve kiriye, veguherî darizandina wî. Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li Ertaş hat vekirin. Dadgehê salek û 3 meh ceza li Ertaş birîbû û ceza taloq kiribû. Parêzerê Ertaş li dijî birîna ceza sala 2017’an serî li AYM’ê dabû.

AYM’ê di 5’ê tîrmeha 2022’yan de der barê cezayê navborî de biryara “binpêkirinê” dabû û xwestibû ku doz ji nû ve bê lidarxistin.