Danişîna doza Hevseroka berê ya Navçeya Midyadê ya HDP’ê Fîlîz Işik, li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê pêk hat. Işik ku li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê girtî ye, bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Dadgehê li ser îfadeya şahidên veşartî, bi sûcdariya “Endamtiya Rêxistinê” 6 sal, 10 meh û 15 roj ceza li Işik birî.