Navnîşana înternetê “jinnews38.xyz” ku Ajansa JINNEWS li ser weşanê dike, bi biryara Dadgeriya Sulh Cezayê ya 1’emîn a Amedê hat astengkirin.
Astengî û qedexeyên li dijî Ajansa JINNEWS’ê berdewam dikin. Navnîşana înternetê “jinnews38.xyz” ku JINNEWS li ser weşanê dike, bi biryara Dadgeriya Sulh Cezayê ya 1’emîn a Amedê hat astengkirin. Bi vê biryarê re cara 41’emîn e ku weşana ajansê tê astengkirin.
JINNEWS niha weşana xwe li ser navnîşana înternetê jinnews39.xyz berdewam dike.