12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê girtin

Dadgehê der barê Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.

Polîsan di 18’ê mijdarê de bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê de girt. Piştî lêgerînê Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan binçav kirin.  Polîsan piştre li malen wan lêgerîn kirin. Hevserok îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her du hevserokê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” her du hevserok girtin û şandin girtîgehê.