12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî şand girtîgehê

Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê der barê Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî de biryara girtinê da û şand girtîgehê.

Polîsan li Amedê di 24’ê îlonê de bi ser avahiya MED-DER’ê, Kooperatîfa Anka û Payîz Pirtûkê de girtin. Polîsan di heman rojê de di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê kurdî binçavkirin. Polîsan ji 30 kesan 6 kes li midûriyeta polîsan serbest berdan û yên din jî sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî kesên hatin binçavkirin, Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî û Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedîe jî piştî li îfadeya Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî û Dîlan Guvenç guhdar kir, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” Rifat Ronî girt û şand girtîgehê. Heyetê Dîlan Guvenç jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.