12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê der barê Fîncanci de biryara anîna bi darê zorê da

Di danişîna doza Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci de Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê biryara anîna bi darê zorê da.

Der barê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) a serdema berê û endama Lijneya Rêveber a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci de bi îdiaya “Biçûkxistina miletê tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, hikûmeta Komara Tirkiyeyê û saziyên darazê yên dewletê” doz hatibû vekirin.

Danişîna ewil a dozê li 31’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin. Fîncanci û parêzerê wê beşdarî dozê nebûn lê nûnerên TÎHV’ê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Konsolosxaneya Almanyayê tev li danişîna dozê bûn.

Şandeya dadgehê ji bo Fînanci biryara anîna bi darê zorê da û danişîn taloqî 27’ê çileya 2025’ê kir.