Danişîna 2’yemîn a doza 4 kesên di nav de Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayip jî di nav de, a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Di danişînê de li şûna kesên tên darizandin parêzerên wan amade bûn.
Dosya Şahînê hate cudakirin
Şandeya Dadgehê diyar kir ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” der barê Semîha Şahîn de li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de dozekî din heye û dosyeya Şahînê cuda kir. Dosyaya Şahînê bi dosyeyên din a derbarê wê de hatine vekirin re kirin yek.
Dozger û parêzer xwestin ku kêmaniyên dosyeyê werin temamkirin
Dadgehê jî ji ber der barê Şahînê de lêpirsînên cuda hene û kêmaniyên dosyeyê werin temamkirin danişînê taloqî 4’ê kanûnê kir.