30 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê berdana Ayşe Gokkan red kir

Danişîna 3yemîn a doza Berdevka Demê ya TJAyê ya berê Ayşe Gokkan hat lidarxistin. Dozgeriyê xwest Ayşe Gokkan were berdan lê dadgehê ev daxwaz red kir.

Bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 2 caran cezayê hefsê li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan hatibû birîn. Ji van cezayan yek 12 sal û yê din jî 7 sal û 6 meh bû. Ji îdiaya “bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” jî 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hatibû dayin. Dadgeha Bilind, bi sedema ku “sûcê “endamtiya rêxistinê” û yê “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye” di nav hev de hatine kirin, cezayê 7 sal û 6 mehan betal kiribû. Sê sal cezayê hefsê yê ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî erê kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind, Ayşe Gokkan ji îdiaya “bi dilxwazî û zanebûn alîkarî daye rêxistinê” jinûve tê darizandin. 3yemîn danişîna jinûvedarizandinê ya Ayşe Gokkanê li 9emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ayşe Gokkan bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê bû. Parêzerên wê Berfîn Lutfiye Gokkan û Maharrem Şahîn, wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz û gelek aktîvîstên TJAyê jî doz şopandin.

Di danişînê de dozgeriyê cezayên li Ayşe Gokkanê hatine birîn bi bîr xist. Bi domdarî dozgeriyê bal kişand ser biryarên Dadgeha Bilind û xwest ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza were dayi. Bi domdarî jî dozgerî got Ayşe Gokkan demekî dirêj e girtî ye û xwest were berdan.

Parêzerê Ayşe Gokkan Muharrem Şahîn jî destnîşan kir ku sûcdariyên li miwekîla wî tên kirin di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye û got: “Tu delîlên şênber ên sûcdariyê nîn in. Muwekîla me 6 sal in di girtîgehê de ye.” Şahîn, ji bo parastinê xwest dem ji wan re were dayin.

Parêzer Berfîn Lutfiye Gokkan jî diyar kir ku miwekîla wê di pêvajoyên kovîd û erdhejê jî di hundir de hat ragirtin, ji Amedê birin Enqereyê û got: “Di girtîgehê de dayika xwe winda kir, 2 caran emeliyat bû. Bila dema girtinê berçav were girtin û were berdan.”

Dadgehê, daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û daxwaza berdanê jî red kir. Danişîna dozê taloqî 26ê adara 2026an hat kirin.