Rojnamevan û nivîskarê me yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Şahîn bi hinceta di salên 2010-2013’an de li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xebitî ye, doz lê hatibû vekirin. Dozger der barê Şahîn de bi îdiaya “rêxistin ava kiriye û birêve biriye” doz vekiribû. 12’emîn rûniştina dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Şahîn û parêzerê xwe Resûl Tamûr beşdarî danişînê bûn. Dadgehê li ser daxwaza dozger bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh ceza birî. Piştre li ser halê baş ceza daxist û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza li Şahîn birî.