6 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Sêrtê birî

Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofiya Alagaş îro li Dadgeha Amedê pêk hat. Şandeya dadgeha Amedê Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ceza kir û 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li wê birî.

7emîn danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku dema xebatên rojnamegeriyê dikir bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Sofya Alagaş tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Resûl Tamur û Pîrozhan Karalî Guler amade bûn. Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê, hevşaredarên navçe û bajarokên Sêrtê, MKG, DFG, MLSA, rêxistinên bajar û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê yên Amed û Sêrtê, Baroya Amedê, Serokê Baroya Sêrtê Muhammet Alptekîn, Konsolosxaneya Almanyayê, parlamenterên DEM Partiyê jî tev li danişînê bûn.

Beriya danişînê hejmareke zêde ya polîsan li pêşiya edliyeyê hatin bicihkirin. Dadgehê piştî parastinan, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Sofya Alagaşê birî.