21 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Tirkiyeyê DMME red kir

Dadgehê bi cezakirina 22 salan a girtiyê pençeşêrê Hadî Elçîçek têr nebû, dîsa girtin û şandin girtîgehê.

Hadî Elçîçek di 16ê Sibata sala 1999an de li navçeya Dihê ya Sêrtê hate binçavkirin. Hadî Elçîçek 10 rojan di binê çavan de ma û piştre bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” girtin û şandin girtîgehê. Hadî Elçîçek ku li Dadgeha Hejmar 1 a Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin, ji ber heman îdiayê cezayê darvekirinê lê birîn. Dadgehê piştre ev cezaye veguherand “cezayê muebbeta girankirî.” Piştî cezayê hatiye dayin ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Parêzerê Elçîçek bi sedema ku ji ber endamê leşkeriyê yê di DGMê de darizandineke adilane nehatiye kirin û miwekîlê wî bêyî parêzer û di bin îşkenceyê de îfadeyê wî hatiye girtin, di 10ê Kanûna 2002’yan de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMMEyê jî ji ber “binpêkirina rêgeza darizandina adilane” Tirkiye mehkûm kir. Li ser vê yekê Hadî Elçîçek careke din hate darizandin û 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryar sekinandina înfazkirina cezayê da. Bi vê yekê re Hadî Elçîçek piştî 22 salan, di 9ê Kanûna 2021ê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsus a Mêrsînê hate berdan.

Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê rapora “Ji sedî 80 astengdar e” dabû Hadî Elçîçek û nexweşê kanserê ye. Tevî biryara DMME’yê jî 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê daxwaza jinûvedarizandinê red kir. Li ser vê yekê parêzeran dosya birin Dadgeha Bilind. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî cezayê hatiye dayin erê kir û cezayê Elçîçek teqez bû. Elçîçek ku hem nexweşê kanerê ye hem jî rapora wî ya “Ji sedî 80 astengdar e” heye, doh li Mersînê li mala xwe hate girtin û şandin Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê.

Parêzerê Elçîçek, Mehdî Ozdemîr bi daxwaza ku înfaza Elçîçek ji ber şert û mercên tenduristiyê were 0taloqkirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da.