Seroka berê ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci di sala 2022’yan de têkildarî çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk bikar anîbû de daxuyanî dabû. Piştî daxuyaniyê dagehê doz li Fîncanci vekir. Doza tazmînata manevî ya der barê Fîncanci de hatibû vekirin, bi encam bû. Dadgehê biryara xwe aşkere kir. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Enqereyê pêk hat. Parêzerên aliyan amade bûn. Parêzera Fîncanci, Merîç Eyuboglû bal kişand ser hûrguliyên dozê û destnîşan kir ku rewşek ku hukm li ser tazmînatê manevî bê dayîn nîne û daxwaza redkirina dozê kir.
Dadgehê cezayê pere da Fîncanci û 50 hezar lîre ceza lê birî.