5 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Stenbolê 11 kes ji ber govendê girtin

Dadgeha Stenbolê bi hinceta ku di dawetên dîrok û cihên wan cuda yên Stenbolê de li ber stranên kurdî govend gerandine, ji 18 kesan, 11 kes ji wan girtin û şandin girtigehê.

Polîsan duh li navçeyên Bagcilar, Esenyurt, Sûltangazî û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê bi ser malan de girtin û 18 kes binçav kirin. Polîsan bi hinceta di dawetê de li ber stranên kurdî govend gerandine 18 kes binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Piştî lêpirsînê 18 kes sewqî edliyeyê kirin.

Piştî îfadeya li dozgeriyê, welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê, heyeta dadgehê 7 kes bi şertê kontrola edlî berdan û 11 kes jî bi heman îdiayê girtin û şandin girtîgehê.

Berê jî 4 kes girtin û şandin girtîgehê

Piştî li ser medya dijîtal kesên govend digerandin bûn armanc, polîsan dest bi binçavkirina welatiyan kir. Li Mêrsînê polîsan 9 ciwanên kurd bi hinçeta gavend gerandine binçav kirin û îşkence li wan kir. Dîsa li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û Navçeya Misircê ya Sêrtê bi heman hincetê ciwan binçavkirin. Li Misircê 2 jê zarok 4 kes girtin û şandin girtîgehê.