Ji 22 kesên ku di 23yê kanûna 2022yan de li Mûşê beşdarî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê ku li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hatibû qetilkirin bûn hatibûn binçavkirin, 12 kes hatibûn girtin. 12 kesên ku bi îdiaya “astengkirina peywirê”, “zirara li malê cemaweriyê” hatin girtin, di danişîna ewil a 20ê tîrmeha 2023yan de hatin berdan.
Di rûniştina biryarê ya di 13ê çileyê de ku li 3yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mûşê hat lidarxistin û 22 kes lê hatin darizandin, ceza li ciwanan hat birîn. Dadgehê 2 sal û 3 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li 21 welatiyan bi hinceta “di xwepêşandanê de di destên wan de kevir hebûne ” birî. Dîsa ji bo heman ciwanan bi îdîaya “astengkirina peywirê” 2 sal û 6 meh û bi îdîaya “Zirar dane malên cemaweriyê” jî 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hat birîn. Li ciwanê bi navê Davut Aktaş jî bi hincetên cuda ceza hatin birîn.
Li Davut Aktaş ê ku beşdarî merasîma cenaze bû bi îdiaya “di xwepêşandanê de rûyê xwe girtiye” 3 sal û 8 meh, ji xala 32yan a 2911an 2 sal û 3 meh, bi îdiaya astengkirina peywirê 6 sal û 6 meh û bi îdiaya zirara daye malê cemaweriyê jî 2 sal û 6 meh ceza hat birîn.
Di biryara dadgehê de qedexeya derketina derve ya der barê 22 kesan jî dewam kir.