Îro Dadgeha Federal a Iraqê wê carek din li ser giliyê çend parlementer û kesayetan a li ser yasayîbûn an jî neyasayîbûna dirêjkirina dema pêncem a Parlementoya Herêma Kurdistanê bicive.
Gilî li dijî seroka parlementoya Herêma Kurdistanê Rêwas Fayeq hatiye tomarkirin. Têde daxwaz hatiye kirin ku yasaya dirêjkirina dema pêncem a Parlementoya Herêma Kurdistanê were betalkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye di 9’ê cotmeha 2022’yan de temenê dema pêncem a Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo salek û nêzî çar mehan hate dirêjkirin.