12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Federal a Iraqê ji bo betalkirina parlamentoyê dicive

Çav li rê ye ku îro dadgeha Federal a Iraqê civîneke taybet ji bo betalkirina parlamentoyê li dar bixe. Hêjayî gotinê ye ku beriya demekê aliyê Sedir doza girtina parlamentoyê biribû dadgeha Federal a Iraqê lê dadgehê çend caran taloq dabû vê dozê.

Li gorî çavdêrên siyasî dibe ku betalkirina parlamentoyê bibe gava yekemîn ji bo derketina ji krîza siyasî ya Iraqê û piştre jî hilbijartin werin lidarxistin. Wekî tê zanîn di cotmeha sala borî de hilbijartin hatibûn lidarxistin û aliyê Sedir bûbû partiya yekemîn lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de nikaribûn hikûmete nû ava bikin. Her wiha kurdan jî di nava xwe de nikaribûn li ser namzetekî serokkomariyê li hev bikin.