11 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha başûrê Kurdistanê biryara berdana rojnameger Silêman Ehmed da

Parêzer Nerîman Ehmed ragihand ku Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê tometên li ser rojnameger Silêman Ehmed rakir û biryara berdana wî da.

Parêzer Nerîman Ehmed ku yek ji parêzerên Silêman Ehmed e, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal Facebookê ragihand ku Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê tometên li ser rojnameger Silêman Ehmed rakiriye û biryara berdana wî daye.

Edîtorê beşa erebî ya ROJNEWSê Silêman Ehmed di 1ê cotmeha 2023yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Silêman Ehmed roja 25ê cotmeha 2023yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDKê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Di 29ê tîrmeha 2024an de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.

Rojnameger Silêman Ehmed piştî 440 rojên di girtîgeha PDKê de dê bê berdan.