Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD), têkildarê komkujiyên ku ji aliyê hêzên HTŞê ve li dijî Elewiyan tê kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. DADê, destnîşan kir ku HTŞê ji roja hatiye ser desthilatdariyê û vir ve Elewiyan hedef digire, sûcên mîna kuştin, destdirêjî xespkirinê pêk tîne. DADê daxuyaniya xwe de wiha got: “Di van rojên dawî de dîmenên ji Lazqiye, Hums û Tertûsê hatine kişandin nîşan didin ku komkujî gihiştine astên xeternak. Komên cîhadî yên di bin sîwana HTŞê de komkujiyan pêk tînin û hêrsa xwe ya li dijî rejîma Esed bi dijminatiya Elewiyan a dîrokî re dikin yek.”
Di berdewama daxuyaniya DADê de ev tişt hatin gotin: “Elewîtî ne bi dîktatoriyê û ne jî bi neteweperestiyê re li hev nayê; Hewldanên rewakirina êrîşên mejiyên tekfîrî û selefî yên li dijî Elewiyan bê encam in. Siberoja Sûriyeya azad û demokratîk bi hevgirtina Elewî, Kurd, Durzî, Ereb, Xiristiyan û gelên din ên kêm neteweyan, pêkan e. Divê raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, civaka Elewî û mirovahiya cîhanê di vê pêvajoyê de dengê xwe bilind bikin û li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin. Divê hêzên cîhanî, bi taybetî Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî, bandora xwe ya li ser HTŞê ji bo rawestandina komkujiyan û ewlekirina jiyana gel bikar bînin. Ev berpirsiyariyeke mirovî û wijdanî ye.”