Walîtiya Şirnexê ketin û derketina 11 herêman bi hinceta ‘ewlekariya taybet a demkî’ qedexe kir. Herêmên qedexekirî li Çiyayên Gabar, Cûdî Besta ne ku li navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr, Silopiya, Basa, Qilaban, Elkê ne. Li gorî agahiyan qedexe wê heta 9ê nîsanê dewam bike.
Herêmên navborî salên dûr û dirêj in tên qedexekirin. Herêmên qedexekirî bi vî rengî ne: Besta, Gabar, Cudî, Kurt, Kela Memê, Berê Derya, Mehrê, Textêreş, Kato Jîrka, Kato Marûnis û Dûlê.